Sîrwan Barzanî: Divê berevaniya asmanî bo Herêma Kurdistanê bê dabînkirin

Sîrwan Barzanî
Sîrwan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Mîhwerê Şeşê yê Hêza Pêşmergeyan hevgirtina Hêzên Pêşmergeyan wekî "rojeka pîroz" û bicihhatina xewna her Kurdekî dibîne, û radigehîne ku ev gav hêcetê li ber hevpeymanan bo pirçekkirina Pêşmergeyan nahêle û pêdivî ye Bexda jî astengiyan çê neke.

Fermandarê Mîhwerê Şeşê yê Hêzên Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, tevlî geşta nûçeyan a saet 17:00 a Kurdistan24ê bû û ragihand: "Yekxistina Hêzên Pêşmergeyan gaveka gelek girîng e û rojeka pîroz e, ji ber ku ev xewna kevin a her Kurdekî bû. Bi vê gavê jî, ji niha û pê de ti hêcet bo ti kes û aliyekî namînin."

Li ser dabînkirina sîstema berevaniya asmanî û zêdetir pirçekkirina Pêşmergeyan jî, Sîrwan Barzanî amaje da: "Yekxistina hêzên Pêşmergeyan dibe sedema peydakirina derfeteke guncayî bo pirçekkirina wan, herwesa dibe sedem ku hevpeyman jî di alîkarî û serederîkirina xwe de ligel vê hêzê zêdetir gavan ber bi pêş ve biavêjin."

Navborî rexne li helwestên berê yên Bexdayê girtin û got: "Hikûmeta Îraqê gelek caran bûye rêgir li ber gehiştina alîkariyan bo Hêza Pêşmergeyan, lewma divê niha razîbûnê li ser pirçekkirina wan bide û bi wê yekê pabend be ku di dabînkirina mûçe û çekan de alîkariya temam a Pêşmergeyan bike."

Fermandarê Mîhwerê Şeşê yê Hêza Pêşmergeyan tekez jî kir ku Hêzên Pêşmergeyan niha bûne xwedan "yek biryar" û yek deng.

Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.