Parlamentoya Îraqê daxwaza sererastkirina rêjeya petrola terxankirî bo Herêma Kurdistanê dike

Parlamentoya Îraqê
Parlamentoya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Îraqê bo çareserkirina qeyrana sotemeniyê daxwaz dike ku nirxê berhemên petrolê bê kêmkirin, kargêriya Wezareta Petrolê bê rêkxistin û rêjeya petrola xav û petrola spî bo Herêma Kurdistanê bi lez bê dabînkirin.

Parlamentoya Îraqê îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, bi merema çareserkirina qeyrana sotemeniyê û terxankirina petrola xav û petrola spî bo Herêma Kurdistanê çend pêşniyar pêşkêş kirin.

Parlamentoya Îraqê bi piştbestina bi xala 61ê ya destûrê, qanûna Parlamentoya Îraqê û pêkhateyên hejmar 13 ya sala 2018ê û peyrewê navxwe yê encûmenê, herwiha di çarçoveya berpirsiyariya çavdêrîkirina edaya hikûmetê û parastina berjewendiya giştî de, komeke pêşniyaran bo çareserkirina qeyrana sotemeniyê pêşkêş kir.

Di wan pêşniyaran de, Parlamentoya Îraqê daxwaza sererastkirina biryara hejmar 429 a sala 2026ê ya Encûmena Wezîran dike, ku li ser bilindkirina nirxê berhemên petrolê ye. Ev daxwaz ji ber bandorên neyînî yên aborî û civakî ye, ji ber ku her bilindbûneke nirxê sotemeniyê dibe sedema zêdebûna xerciya veguhastin, berhemanîn û xizmetkariyan, ku li dawiyê barê wê dikeve ser milê welatiyan.

Di wan pêşniyaran de herwesa hatiye ku divê planeke bilez bo çareserkirina tengasiyan û rêgirtina li dubarebûna qeyrana sotemeniyê bê danîn û piştrastî di belavkirina dadperwerane ya sotemeniyê de li seranserî parêzgehan bê dan. Herwiha hat daxwazkirin ku raporteke berfireh li ser qebareya berhemanîn, bikaranîn, hawirdekirin, xercî, embarên stratejî û rêjeya dabînkirî bo parêzgehan bê amadekirin.

Parlamentoya Îraqê tekez dike ku bernameyeka demkî ya zelal bo gehiştina bi asta xwebirêvebirinê di berhemên petrolê de û kêmkirina hawirdekirinê bê danîn. Daxwaz jî kir ku kontrola li ser sîstema belavkirina sotemeniyê ji embaran heta westgehên sotemeniyê bê tundkirin û lêpirsîn ligel wan kesên ku di desttêwerdan û qaçaxçîtiya sotemeniyê de pişkdar in bê kirin.

Herwiha Komîteya Petrol, Gaz û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoyê hat spartin ku çavdêriya bicihanîna van biryaran bike û raportan bide Serokê Parlamentoya Îraqê. Di wan pêşniyaran de herwesa hatiye ku divê pêdaçûn di desteya bilind a kompaniyên Wezareta Petrolê de li gorî pisporiyê bê kirin, bi taybet di wan pişkan de yên ku guhartinên kargêrî tê de hatine kirin û bûne sedema têkçûnan.

Di derheqa kerta çandiniyê de, encûmenê daxwaz kir ku nirxê petrola spî bo cotkar û karkerên çandiniyê vegere nirxê berê. Li dawiyê jî, daxwaz hatiye kirin ku pirsgirêka berhemên petrolê li Herêma Kurdistanê bê çareserkirin, bi rêya pêdaçûnê di rêjeya petrola xav a terxankirî bo Herêma Kurdistanê de û dabînkirina bi lez a petrola spî bo werzê zivistana bê.