Li Tirkiyeyê 104 kes bi gumana peywendiya bi DAIŞê re hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro ragihand ku di operasyoneke berfireh de li 30 parêzgehan, 104 kes bi gumanbariya peywendiya bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê re hatine desteserkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê îro (Înî, 7ê Tebaxa 2026ê) ragihand ku di operasyoneke berfireh de, li 30 parêzgehên cuda cuda yên welat 104 kes bi gumana peywendiya bi rêxistina terorîstî ya DAIŞê re hatine desteserkirin, eşkere jî kir ku ev operasyon ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ve hatiye kirin.

Di eynî demê de, lêkolînan jî eşkere kiriye ku desteserkiriyan bi rêya kesên peywendîdar û komeleyên bi navê xêrxwaziyê alîkariya darayî ji DAIŞê re peyda kirine. Ji bilî vê yekê jî, gumanbar tên tohmetbarkirin ku bi rêya toreya civakî propagandaya wê rêxistinê kiriye û endamên wê rêxistinê ne.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê herwesa tekez jî kir ku ji bo parastina ewlehî û aramiya Tirkiyeyê, ew dê li ser peydakirin û şopandina endamên DAIŞê û têkbirina çavkaniyên wan ên darayî berdewam bin.

Piştî têkçûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê, ev çend sal in wê rêxistinê plana êrîşên xwe guherandiye; niha li cihên cuda cuda û bi navên din ên wekî rêxistinên alîkariyên mirovî û xêrxwaziyê di li ser peredarkirina wê rêxistinê dixebitin.

Di eynî demê de êrîşên xwe jî ji awayê leşkerî veguhartine ser êrîşên elektronîkî û bi wî rengî bangeşeyê ji bo rêxistina xwe ya terorîstî dikin. Yek ji wan welatên ku piştî Îraq û Sûriyeyê ji aliyê DAIŞê ve bûye armanc Tirkiye ye, ji ber wê yekê jî bi salan e operasyonên bi vî rengî li wî welatî tên kirin û bi dehan endam û serkêşên wê rêxistinê tên desteserkirin.