Serokerkanê Artêşa Iraqê gihîşt Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah gihîşt bajarê Kerkûkê. Ev serdan di demekê de ye ku li seranserê Iraqê "amadebaşiya herî bilind" hatiye ragihandin û metirsiya rûbirûbûna di navbera milîşan û hêzên Amerîkayê de zêde bûye.

Wezareta Bergiriyê ya Iraqê ragihand, Serokerkanê Artêşê Ferîqê Yekem Ebdulemîr Yarallah îro 8ê Tebaxê bi firokeyeke leşkerî gihîşt Kerkûkê. Yarallah ji bo ji nêzîk ve haydarî rewşa ewlehiyê bibe û amadekariyên yekeyên leşkerî yên li Navenda Operasyonên Kerkûkê kontrol bike, ev serdan pêk aniye.

Rewşa aloz a niha li Iraqê vedigere ser êrîşên asmanî yên 29’ê meha borî, ku tê de Amerîka û Siûdiyê bi hevahengî êrîşî kogeheyên çekan ên Heşda Şeibî li parêzgehên wekî Bexda, Kerkûk, Neynewa û Besrayê kiribûn. Di wan êrîşan de hejmarek çekdarên Heşdê û 5 şêwirmendên leşkerî yên Supaya Pasdaran a Îranê hatibûn kuştin.

Grûpên çekdar ên di bin navê "Berxwedana Îslamî li Iraqê" de, duh înê wekî roja tolhildanê diyar kiribûn. Lê belê, li gorî zanyariyan, bi zexta serkirdeyên "Çarçoveya Hevahengiyê", wan grûpan êrîşên xwe yên li ser Siûdiyê û binkeyên Amerîkayê ji bo demekê paş xistine.

Tevî paşxistina êrîşan, bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Elî Zeydî, li seranserê Iraqê rewşa amadebaşiyê hatiye ragihandin. Li navenda Bexdayê û bajarên din ên giring hêzên zêde hatine belavkirin, li kolanên sereke xalên pişkinînê hatine danîn û çavdêriya asmanî hatiye zêdekirin.