Partiya Gel a Turkmenî: Madeya 140ê yekane rêya vegerandina mafên zeftkirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Gel a Turkmenî bersiva daxuyaniyên Parêzgarê Kerkûkê da û ragihand ku her bizaveka betalkirina naveroka madeya 140ê paşveçûnek e ji rastiyên dîrokî û qanûnî. Tekez jî kir ku nabe mafên Kurd, Turkmen û hemî pêkhateyên resen bibin qurbanî hevrikiyên siyasî.

Nivîsîngeha Siyasî ya Partiya Gel a Turkmenî duhî (Şemî, 8ê Tebaxa 2026ê) li ser axaftinên Parêzgarê Kerkûkê daxuyaniyek belav kir, tê de hat gotin: "Li vê dawiyê hinek daxuyanî û helwest li ser madeya 140ê ya Destûra Îraqê hatine belavkirin, ku tê da bizav tê kirin ku ev madeya destûrî wekî çavkaniya pirsgirêk û nearamiyê bê nîşandan. Em wekî Partiya Gel a Turkmenî van helwestan wekî paşveçûnek ji bingehên destûrî û qanûnî dibînin û bi zelalî wan red dikin."

Nivîsîngeha navborî tekez jî kir ku madeya 140ê encama peymana neteweyî ye û pareka bingehîn a Destûra Îraqê ye, ku bi dengê bi milyonan welatiyan hatiye pejirandin. Ev made wekî nexşerêyeke qanûnî hatiye danîn, ji bo çareserkirina encamên siyaseta erebkirinê, guherîna demografiyê, zeftkirina erd û zeviyan û bêparkirina xelkê resen ji mafên wan ên qanûnî û dîrokî.

Partiya Gel a Turkmenî herwesa ragihandiye ku siyasetên guherîna demografiyê di serdemên rêjîmên li pey hev ên Bexdayê de tenê pêkhateyeke diyarkirî nekiriye armanc, belkî rastserast pêkhateya Turkmenî jî zirar dîtine û mal û milkên wan hatine zeftkirin. Ji ber wê yekê jî, her bizaveka betalkirina naveroka madeya 140ê an nîşandana vê madeyê wekî sedema pirsgirêkan reva ji rastiyên dîrokî û qanûnî ye.

Di pareka din a daxuyaniya xwe de, Partiya Gel a Turkmenî tekez kir ku nabe mafên Kurd, Turkmen û hemî pêkhateyên resen ên Kerkûkê bibin qurbanî hevrikiyên siyasî û berjewendiyên partiyan. Herwesa ragihand ku aramiya Kerkûkê û pêkvejiyana dîrokî pêdivîtî bi çareseriyeke dadperwerane û destûrî heye, ku mafên hemî aliyan biparêze û zilma borî neke qanûnî.

Partiya navborî tekez jî kir ku madeya 140ê heta wê dema ku tê bicihanîn madeyeke zindî ya destûrê ye û ew wê madeyê ji bo vegerandina mafan ji xwediyên wan ên rastîn re wekî yekane rêya çareseriya qanûnî ya pirsgirêkên Kerkûkê dibîne.

Li dawiyê jî Partiya Gel a Turkmenî daxwaz ji hemî hêzên siyasî û Hikûmeta Federal a Îraqê dike ku helwesteke zelal li beranberî her bizaveka lawazkirina destûr û mafên qanûnî yên şêniyên deverê werbigirin, rêgir bin û nehêlin ku tu daxuyanî bibe sedema veqetiyana civakî û gihandina zirarê ji bo pêkvejiyana di navbera pêkhateyên Kerkûkê de.