Li Dihokê bikaranîna enerjiya rojê ber bi zêdebûnê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bikaranîna sîstema enerjiya rojê ji bo berhemanîna elektrîkê li parêzgeha Dihokê ber bi zêdebûneke berçav ve diçe, ev yek jî bûye sedema kêmkirina zexta li ser elektrîka nîştimanî û parastina jîngehê.

Zanîngeha Dihokê, wekî yek ji serkêşên bikaranîna vê sîstemê, ev çar sal in pişta xwe bi enerjiya rojê bestiye û zêdetirî 22 megawatên elektrîkê berhem tîne.

Di vî warî de Berpirsê Pişka Çarekirinê li Zanîngeha Dihokê Ferhad Mistefa ragihand ku zanîngehê feydeyekê zêde ji wê sîstemê wergirtiye, bi taybetî di saetên kar de ku ji 8:30 ê spêdê heta 2:30 ê piştî nîvroyê dest pê dike.

Ferhad Mistefa destnîşan jî kir ku di wan deman de zexteke zêde li ser elektrîkê heye û ev sîstem ji bo dabînkirina elektrîka berdewam û kêmkirina mezaxtiyê darayî bûye alîkarekê baş.

Hevdem kompaniyên girêdayî danîna sîstema enerjiya rojê behsa bilindbûna daxwaza li ser danîna vê sîstemê dikin. Nîwar Tahir, ku xwediyê yek ji kompaniyên danîna vê sîstemê ye, got ku pêştir mehane tenê li 1 heta 3 cihan ev sîstem dadina, lê piştî sala 2022ê daxwaz gelek zêde bûye û niha mehane li 15 heta 30 cihan vê sîstemê dadinin.

Li ser amar û jimareyan, Rêveberê Giştî yê Elektrîkê li Parêzgeha Dihokê Hazim Mihemed Hemayil ragihand ku heta niha li sînorê parêzgeha Dihokê zêdetirî yek hezar û 760 hevparên elektrîkê ev sîstem danaye û rêjeya elektrîka wan a berhemhatî jî digihîje 22.4 megawatan. Rêveberê Giştî yê Elektrîkê tekez jî kir ku vê sîstemê bandoreke baş û rasterast li ser parastina paqijiya jîngehê heye.

Ev pêngav ne tenê zexta li ser tora elektrîka nîştimanî kêm dikin û pereyên welatiyan vedigerînin, belkî hişyariya welatiyan ji bo aliyê jîngehî û aborî jî diyar dikin ku niha ew bi xwe bûne berhemînerên wê enerjiya ku pêdivîtiya wan pê heye.