Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê nabe parçeyek ji ti nakokiyekê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji roja yekem ve bêalîbûna xwe parastiye û naxwaze bibe aliyekî nakokiyên leşkerî yên navçeyê. Herwiha dilniyayî da ku axa Herêmê ji bo gihandina ziyanê bi ewlehiya welatên cîran nayê bikaranîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 9ê Tebaxa 2026an di hevpeyvînekê ligel kanala asmanî ya 'Al Jazeera' de, ronahiyê dixe ser komek dosyeyên giring û rewşa niha ya navçeyê.

Qonaxên jiyana taybet a Serokê Hikûmetê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka jiyana xwe û ragihand: "Ez li Kurdistanê û li herêmeke çiyayî bi navê (Dîlman) ji dayik bûm. Piştî xirabûna rewşa siyasî, em di sala 1975an de çûn Îranê û heta sala 1991ê li wir man; loma ez bi zimanê Farisî baş diaxivim. Em pêşî li Kerecê û paşê li Urmiyeyê bicih bûn."

Herwiha behsa wê kir ku piştî vegera wan a bo Herêma Kurdistanê, ji bo berdewamkirina xwendina xwe çûye Amerîkayê û di sala 1998an de vegeriyaye.

Mesrûr Barzanî tekez kir ku niha rewşa Herêma Kurdistanê baş e û Herêm wekî dostekî nêzîk ê hemû gelên navçeyê li peywendiyan dinihêre.

Helwesta Herêmê li hember şer û nakokiyên navçeyê

Mesrûr Barzanî tekez kir ku helwesta Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve gelek zelal bûye û ragihand: "Me ji roja yekem ve gotiye ku em naxwazin bibin parçeyek ji nakokiyên navçeyê. Me dest bi ti şerekî nekiriye û armanca me ya tenê parastina qewareya Herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji her cure girjiyan e."

Herwiha bal kişand ser wê yekê ku di dawiyê de her şerek bi peymana aştiyê bidawî dibe, lê belê piştî jinavçûna samanekî mezin û qurbaniyên mezin ên mirovî; lewma baştir e ku alî rêyên siyasî bigirin û berjewendiyên hemû aliyan li ber çavan bigirin.

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku hemû alî rêz li yekparçeyî û serweriya Iraq û Herêma Kurdistanê bigirin. Her wiha destnîşan kir jî, her çend hewildan hebin ku Herêmê bikişînin nav şer, lê ti aliyekî nekarî zextê li Herêmê bike, ji ber ku berjewendiya niştimanî di ser her tiştî re ye.

Bandora şer li ser aborî û aramiyê

Derbarê encamên şer ên li navçeyê de, Mesrûr Barzanî rewş wekî dijwar pênase kir; ji ber ku bêaramiyê bandoreke nerênî li ser kerta aborî li ser asta navçeyê û cîhanê kiriye.

Herwiha eşkere kir ku niha li navçeyê cureyekî bêbaweriyê heye, ji ber ku dawiya vê şerî ne diyar e; ev yek bûye sedema nîgeraniyê li Herêma Kurdistanê ku em hêvî dikin di demeke nêz de ji holê rabe.

Dosyeya opozîsyona Îranî li Herêma Kurdistanê

Li ser pirsa komên opozîsyona Îranê ya li Herêmê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Ev alî wekî penaber ji beriya sala 1991ê ve li vê navçeyê niştejî ne û ev babet wekî mîrateyeke dîrokî ji me re maye. Me ev pirsgirêk çênekiriye, lê me hemû hewlên xwe dane, da ku hemû alî pabendî siyaseta fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin û nebin gef ji bo ser ewlehiya welatên cîran."

Êrişên mûşekî û hincetên bêbingeh

Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yek ku mixabin Herêma Kurdistanê bi rûbirûyî zêdetirî hezar êrişên mûşekî û dronî bûye ku ji hundirê Îranê, yan ji aliyê hinek mîlîsên Iraqê ve hatine kirin.

Di heman demê de got: "Ev êriş bi temamî bêhincet in; ziyanên mirovî gihîştine me û me hejmarek welatiyên sivîl jidest dane, li gel têkdana jêrxaneya medenî. Em van êrişan hemû şermezar dikin, ji ber ku Herêm naxwaze wekî gefek li ser navçeyê were dîtin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ew hincetên ku êrişan bi hebûna hêzên hevpeymanan ve girê didin, red kirin. Di vê barê de aşkere kir: "Binkeya asmanî ya Herîrê ev 10 sal in vala ye. Ev binke di şerê dijî DAIŞê de hat bikaranîn û piştî dawîbûna şer di sala 2017an de bi temamî hat valakirin, loma êriş li ser binkeyeke vala tên kirin ku ti serbazekî Amerîkî lê nîne."

Herwiha behsa wê yekê jî kir ku erkê hêzên Amerîkayê li Hewlêrê tenê rûbirûbûna terorê û parastina welatiyan ji gefên DAIŞê bûye, lê belê niha Amerîka wek hêza şerker li Herêma Kurdistanê nemaye.

Çareserkirina pirsa Kurd li navçeyê

Derbarê pirsa Kurd li welatên navçeyê de, Mesrûr Barzanî tekez kir ku riya herî baş ji bo çareserkirina pirsa Kurd, diyalog û riyên aştiyane ne; ji ber ku Kurd pêkhateyeke resen a van welatan e ku lê dijîn û nabe hebûna wan were înkarkirin.

Herwiha destnîşan kir ku nîşandana Kurdan wekî metirsiyek li ser ewlehiya neteweyî ya Îranê, babeteke pir mezinbûyî ye û ti carî niyeta Kurdan nebûye ku aramiya navçeyê têk bibin, berovajî her dem hewil dane ewlehiya sînoran biparêzin.

Peywendiyên derve û pirsa Îsraîlê

Mesrûr Barzanî di vê barê de got: "Herêma Kurdistanê parçeyek ji Iraqê ye û ne xwedî siyaseteke derve ya serbixwe ye, loma em pabendî wê siyaseta derve ne ya ku Hikûmeta Federal a Iraqê dimeşîne û em bi fermî radigihînin ku ti peywendiyeke me bi Îsraîlê re nîne."

Çekên li derveyî qanûnê û desthilata dewletê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Siyaseta me zelal e; ew siyaseta hikûmeta federal e, bi taybetî ya Elî Zeydî ku tekez kiriye ku nabe ti grûpeke deryasayî li derveyî çarçoveya dewleta Iraqê çek hilgire. Siyaseta me jî heman e; nabe ti grûp bibe gef li ser Iraqê û welatên cîran."

Her wiha dibêje: "Beşek ji wan çalakiyên ku hinek ji van grupên çekdar dikin, beriya ku ziyanê bigihînin cîranan, ziyanê digihînin Iraqê. Me dît ka gelek ji wan welatan çawa bersiva êrişên van grûpan dane, çi bi mûşekan be yan bi dronan be."

Serokê Hikûmetê piştevaniya xwe ji bo hewildanên Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî yên ji bo kontrolkirina çekan û çespandina serweriya qanûnê nîşan da.

Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir ku heta niha hewildaneke rastîn û serbazî ji bo bêçekkirina van grûpan nebûye, belku bêtir hewildan di çarçoveya peymanên aştiyê yan tevlîkirina wan a nav hêzên ewlehiyê yên fermî de bûne.

Peywendiyên Iraq û Îranê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser peywendiyên Iraq û Îranê û got: "Iraq û Îran cîranên hev in û sînorekî wan ê berfireh bi hev re heye, loma hebûna peywendiyan di navbera wan de tiştekî asayî ye bi şertê ku li ser bingehê rêzgirtina hevbeş, parastina serweriyê û baweriya dualî be."

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Iraq di biryarên xwe de serbixwe be û berjewendiya bilind a niştimanî û ya gelê xwe bixe pêşiya her tiştê din.

Tê nûkirin..