Heşt heşargehên DAIŞê li Kerkûkê hatin wêrankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Balafirên cengî yên Hêza Asmanî ya Îraqê li ser bingeha zanyarên hewalgirî hejmareka êrişan kir ser heşargehên rêxistina DAÎŞê li sînorê Kerkûkê û heşt heşargeh bi temamî wêran kirin.
Di daxuyaniyeke Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya girêdayî Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar de hatiye ku di berdewamiya bizavan de bo peydakirin û şopandina paşmayên terorê û wêrankirina heşargehên wan, operasyoneke asmanî li sînorê Kerkûkê hat birêvebirin.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku li ser bingeha zanyarên hewalgirî yên durist û piştrastkirî bo Rêveberiya Hewalgiriya Leşkerî, derket ku paşmayên çekdarên rêxistina terorîstî ya DAÎŞê li sînorê berpirsiyariya Fîrqeya 11ê ya girêdayî Fermandariya Operasyonên Kerkûkê de hene.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê behsa wê yekê jî kir ku bi hevahengiyeke bilind ligel Fermandariya Hêza Asmanî û bi serperiştiya rasterast a Şaneya Armancgirtinê li Nivîsgeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, çend êrişên asmanî yên dijwar li ser bingehên terorîstan bi rêya balafirên Cessna Caravan hatin kirin.
Herwesa hat diyarkirin jî ku di encama wan êrişan de heşt heşargeh bi temamî hatine wêrankirin û piştre jî zêdetir hûrgilî li ser zirarên çekdarên DAÎŞê dê bên belavkirin.
Tevî ragihandina bidawîhatina rêxistina DAÎŞê li Îraqê di dawiya sala 2017ê de, lê paşmayên wê rêxistinê hêj deverên asê û geliyên parêzgeha Kerkûkê wekî heşargeh bo xwerêkxistinê bi kar tînin, bi taybetî li Geliyê Çay û Zexeytûnê li başûrê rojavayê wê parêzgehê.
Hêzên ewlehiyê yên Îraqê berdewam operasyonên wêrankirin û bombebaranên asmanî li wan deveran dikin, ji bo ku rêyê li her bizaveka têkdanê bigirin.