Parlamenterên Kurd rêyê li veguhestina forma xwarinê bo deverên 140ê digirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmareka parlamenterên Kurd li Parlamentoya Îraqê bizavê dikin ku rêyê li veguhestina forma xwarinê bo deverên sînorê madeya 140ê bigirin, piştî ku biryarek ji aliyê komîsyona peywendîdar ve hat derxistin ku rêyê dide welatiyan bê sînor formên xwe veguhêzin wan deveran.
Li gorî nivîsarekê, ku ji aliyê Serokê Komîsyona Bicihanîna Madeya 140ê Hadî Amirî ve di 28ê meha borî de bi hejmar 557 hatibû derxistin, hatibû diyar kirin ku "veguhestina forma xwarinê di navbera parêzgehan û deverên cihê nakokiyê de nakeve nav çarçoveya karê komîsyonê û rêgirî jî li ber nîne ku welatî bê sînor û bêyî razîbûna berê ya komîsyonê forma xwe veguhêzin wan deveran."
Ev biryar di nav welatî, berpirs û parlamenterên Kurd de bû sedema nerazîbûneke mezin, ji ber ku ew wekî xeteriyeka mezin li ser guhartina demografiya wan deveran tê dîtin, û bizav ji bo rêgirtina li wê biryarê tê kirin.
Biryardera Fraksiyona Yekîtiyê li Parlamentoya Îraqê Sirwe Mihemed di vî warî de ji Kurdistan24ê re ragihand: "Çend parlamenteran nivîsarek arasteyî Wezarata Bazirganiyê kiriye û serdana wezîr jî kiriye, wan daxwaz kiriye ku ev biryar bê rawestandin û rewşa hesas a deverên sînorê madeya 140ê li ber çavan bê wergirtin."
Sirwe Mihemed herwesa: "Eger veguhestina forma xwarinê ji bo hemî deveran tiştekî asayî be, ji bo deverên madeya 140ê ne asayî ye heta ku dosyeya wan bê yekrêzkirin û çareserkirin." Wê eşkere jî kir ku wan daxwaz ji Wezîrê Bazirganiyê kiriye ku heta bicihanîna madeya 140ê mekanîzm û rêçareyên din bên peydakirin, û tekez kir ku sedema sereke ya van pirsgirêkan bicihanîna madeya 140ê e.
Bizavên berpirs û parlamenterên Kurd li Bexdayê hatine zêdekirin da ku ev biryar bê rawestandin, ji ber ku daxistina kontrola li ser forma xwarinê gefeke rasterast li ser paşeroj û statuya siyasî û demografî ya deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê çê dike.