Li Serê Kaniyê êriş li malbatên vegeriyayî hat kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên koçber ên Serê Kaniyê ku piştî 7 salan îro vedigeriyane bajarê xwe, rastî êrişa çekdarî ya niştecihên biyanî yên ku li bajar hatine bicihkirin, hatin. Komîteya Koçberên Serê Kaniyê hikûmeta Şamê berpirsiyar dît û bang li xelkê Qamişlo kir ku îro li dijî vê êrişê derkevin qadan.

Piştî heft salan ji koçberî û penaberiyê, îro 10ê Tebaxa 2026an nêzîkî 650 malbatên koçber ên Serê Kaniyê ji kampa Waşokaniyê ya nêzî Hesekê bi rê ketin û berê xwe dan bajarê xwe Serê Kaniyê. Lê belê, karwanê yekem ê koçberan piştî gihîştina nav bajêr, ji aliyê kesên ku di malên koçberan de hatine bicihkirin, ve rastî êrişeke çekdarî hatin.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ev êriş binpêkirina peymana 29’ê Çileyê ye ku derbarê vegera koçberan de hatibû îmzekirin. Komîteyê berpirsiyariya ewlehiya vegere koçberan û vê êrişê xist stuyê rayedarên Şamê, tîma serokkomariyê û rêveberiya ewlehiyê ya li Serê Kaniyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em daxwaz dikin ku parastin û ewlehiya gelê me yê vegeriyayî were dabînkirin, êrişkar werin darizandin û vegera ewle û mayînde ji bo hemû koçberan were misogerkirin.”

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ji bo şermezarkirina van êrişan û nîşandana piştevaniyê, bang li hemû welatiyên li bajarê Qamişlo kir ku îro saet 17:00’an de li Çerxerêya Sebih Behrat kom bibin.

Herwiha Komîteyê tekez kir ku ew ê bi baldarî rewşê bişopînin û heta ewlehiya malbatên vegeriyayî bi temamî neyê dabînkirin, ew ê dest ji hewildanên xwe bernedin.