Komîteya Koçberên Serê Kaniyê: Hikûmeta Şamê ji ewlehiya koçberên vegeriyayî berpirsiyar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Malbatên koçber ên Serê Kaniyê ku îro piştî 7 salan vegeriyan bajarê xwe, ji aliyê komên çekdar û niştecihên biyanî ve rastî êrişan hatin. Li bajarê Qamişloyê bi çalakiyekê êriş hatin şermezarkirin û bang li hikûmeta Şamê hat kirin, van êrîş û binpêkirinan rawestînin.
Îro 10ê Tebaxê, karwanê yekem ê malbatên koçber ên Serê Kaniyê piştî penaberiya 7 salan berê xwe dan bajarê xwe. Lê belê gava karwanê koçberan gihîşt nav bajêr, ji aliyê niştecihên ku piştî sala 2019an li ser malên koçberan hatine bicihkirin, rastî êrişên çekdarî hatin.
Ji bo şermezarkirina van êrişan û nîşandana piştevaniyê, îro saet 17:00’an li bajarê Qamişloyê xwepêşandanek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso daxuyaniyek da û got, îro bi giştî 410 malbatên koçber gihîştin Serê Kaniyê.
Diyar kir jî, malbatên vegeriyayî rastî êrişên çekdarî hatin. Her wiha Îso eşkere kir ku hinek kesên ku îro vegeriyane Serê Kaniyê, ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.
Ciwan Îso got jî, ji ber ku karwan bi hevahengiya nûnertiya Serokatiya Sûriyeyê birê ketiye, hikûmeta Şamê ji van êrişan berpirsiyar e.
Herwiha Ciwan Îso bang li hikûmeta Şamê, parêzgarê Hesekê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê û rê li ber van binpêkirinên giran bigirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, vegera koçberan mafekî rewa ye û divê kesên ku piştî sala 2019an li Serê Kaniyê hatine bicihkirin, vegerin cih û warên xwe û malên xelkê Serê Kaniyê radestî xwediyên wan bikin.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê di dawiyê de tekez kir ku ew ê li dijî her cure êriş û zextên li ser koçberan bêdeng nemînin û heta ewlehiya hemû vegeriyan were dabînkirin, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.