Mezlûm Ebdî êrişên li ser koçberên Serê Kaniyê şermezar kir û banga aramiyê li gel kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, êrişên li dijî malbatên koçber ên ku vedigeriyan Serê Kaniyê bi tundî şermezar kir. Ebdî bang li gel kir ku li hemberî provokasyonan aram bin û saziyên sivîl û ewlehiyê biparêzin.

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî îro 10ê Tebaxa 2026an li ser hesabê xwe yê tora civakî (X) peyamek weşand. Ebdî di peyama xwe de diyar kir ku ew êrişên li dijî malbatên Kurd ên koçber, ku bi hevahengiya ligel hikûmeta Sûriyeyê vedigeriyan bajarê xwe Serê Kaniyê, nayên qebûlkirin.

Mezlûm Ebdî bal kişand ser nerazîbûna gel û got: "Em têdigihin hêrs û nerazîbûna kolanên Kurdî ya li hemberî vê destdirêjiyê. Lê belê, di heman demê de em bang li gelê xwe dikin ku aram bin, xwe ji her cure tevgerên bêberpirsiyarane dûr bixin û saziyên me yên sivîl û ewlehiyê biparêzin."

Derbarê parastina koçberên vegeriyayî de, Fermandarê Giştî yê HSD’ê destnîşan kir ku xebatên wan ligel aliyên peywendîdar berdewam dikin, da ku ewlehiya vegeriya koçberan misoger bibe. Ebdî tekez kir jî, lêpirsîn dê bi her kesê ku destê wî di van êrişan de hebe re were kirin û dê werin cezakirin, da ku mafê her kesî were parastin û aramiya herêmê neyê têkdan.

Îro di dema vegera malbatên koçber ên Serê Kaniyê de, niştecihên biyanî (erebên hawirde) yên ku li wî bajarî hatine bicihkirin, êrişî karwanê koçberan kirin û ziyan gihandin wesayîtên wan. Piştî vê bûyerê, li bajarê Qamişloyê xwepêşandanên mezin hatin kirin. Komîteya Koçberan jî bang li aliyên navneteweyî û navxweyî kir ku li dijî van êrişên nijadperest bêdeng nemînin.