ENKS êrişên li dijî koçberên Serê Kaniyê şermezar dike û daxwaza lêkolîneke zelal dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) êrîşên li ser koçberên vegeriyane Serê Kaniyê bi tundî şermezar kirin û daxwaz kir ku derbarê bûyerê de lêkolîneke zelal were destpêkirin.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê, derbarê êrişên li ser karwana yekem a koçberên Serê Kaniyê ku di 10ê Tebaxa 2026an de vedigeriyan malên xwe, daxuyaniyek belav kir. ENKSê diyar kir, ev êriş ji aliyê komên ku ne xelkê resen ê bajêr in ve hatine kirin û di encamê de birîndar û ziyanên madî çêbûne.
ENKSê destnîşan kir ku ji dawiya sala 2019an ve, dema ku xelkê herêmê bi darê zorê hatin koçberkirin, wan her tim piştgiriya vegera xwebexş, ewle û bi rûmet li gorî biryara 2254 a Neteweyên Yekgirtî kiriye.
ENKSê herwiha saziyên peywendîdar ên hikûmetê wek berpirsyarê yekem ê parastina can û malê vegeriyan dît û daxwaz kir ku ewlehiya wan were dabînkirin.
Herwiha ENKSê daxwaz kir jî ku derbarê êrişan de lêkolîneke şefaf were kirin, tawanbar werin darizandin û rê li ber dubarebûna van binpêkirinan were girtin.
ENKSê bang kir ku divê pêvajoya vegerê berdewam bike û xelk bikaribin mal, erd û milkên xwe wergirin, nemaze niha ku werzê çandiniyê nêzîk dibe daku bikaribin debara xwe bikin.
ENKSê di beşeke daxuyaniya xwe de bal kişand ser xwepêşandanên nerazîbûnê û ragihand, şermezarkirina van binpêkirinan mafekî rewa ye, lê bi mercê: "Divê nerazîbûn bi awayekî aştiyane bin. Divê destwerdan di saziyên giştî û sembolên niştimanî de neyê kirin ku nûnertiya hemû gelê welat dikin."
Di dawiya daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir ku vegera koçberan bo ser malên xwe mafekî bingehîn e û nayê kêmkirin. Herwiha got ku ev yek gava herî pêwîst e ji bo pêkanîna lihevhatina neteweyî û çespandina aramiyê li seranserê Sûriyeyê.