Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyayeke taybet li parêzgeha Dihokê yekemîn tanka şer a navxweyî bi navê "B70" nasand. Ev tank bi temamî ji aliyê endezyarên kurd ve hatiye dîzaynkirin û lêçûna wê bi qasî çarîkekê ji bihayê tankên cîhanî ye.
Kompanyaya bi navê "Shield" (Anwar Atrushi Shield) ku li bajarê Dihokê çalak e, projeyeke nû ya serbazî ya stratejîk ragihand. Kompanyayê tankeke şer a 25 tonî bi navê "B70" berhem aniye ku wek yekemîn tanka ku li Herêma Kurdistanê hatiye dîzaynkirin û çêkirin tê hejmartin.
Xwediyê kompanyayê Enwer Seîd di derbarê taybetmendiyên tankê de ji Kurdistan24ê re axivî û diyar kir, ev tank ne kopiyek ji modelên biyanî ye. Seîd got: "Me çav li ti modelan nekiriye; ev tank ji binî ve ji aliyê endezyar û teknîsyenên kompanyaya me ve li Dihokê hatiye dîzaynkirin."
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, tanka B70 xwedî pergalên Hestpêker û sîstema lazerî ye. Herwiha hat ragihandin ku tank di warên cuda yên wekî herêmên çiyayî, deşt û di nav avê de bi serkeftî hatiye ceribandin.
Enwer Seîd destnîşan kir jî, ew dikarin vê tankê bi bihayekî pir erzantir ji bazarên cîhanî berhem bînin. Seîd got: "Heke modeleke sala 2025an di bazarên cîhanî de bi 2 milyon dolaran be, em dikarin bi bihayî nêzîkî 500 hezar dolar li navxwe berhem bînin."
Kompanyaya "Shield" ku di sala 2014an de hatiye damezirandin, di destpêkê de bi karên nûjenkirin û tamîrkirina wesayîtên zirêpêş dest pê kiribû. Lê niha gihîştiye asta ku bi xwe wesayîtên serbazî û ewlehiyê çêdike. Armanca sereke ya kompanyayê, piştgirîkirina Hêzên Pêşmerge ye û ji bo berfirehkirina projeyên xwe, li benda hevahengî û piştgiriya Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.
Pêştir Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Pêşangeha Navdewletî ya Zaxoyê de serdana vê kompanyayê kiribû û destkeftiyên wan wek "bêhempa" binav kiribû, herwiha piştgiriya xwe ji bo pîşesaziya navxweyî anîbû ziman.
Ev pêngava kompanyaya Shield wek werçerxaneke girîng di pîşesaziya serbazî ya Kurdistanê de tê dîtin ku dikare di paşerojê de lêçûnên kirîna çekan kêm bike û derfeta kar ji bo ciwanên pispor re bafirîne.