Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgerê Hesekê bi şandeyeke rêxistinên navneteweyî û berpirsên peywendîdar re civiya. Di civînê de mijara sereke vegera şêniyên Serê Kaniyê, dabînkirina xizmetguzariyan û nûjenkirina binesaziya herêmê bû.
Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed îro 13ê Tebaxê pêşwazî li hejmarek nûnerên rêxistinên navneteweyî û endamê tîma serokatiyê ya ji bo pêkanîna "Peymana 29ê Çileyê" Dr. Mistefa Ebdi kir.
Di civînê de bi firehî li ser rê û rêbazên piştgiriya malbatên ku vedigerin bajarê Serê Kaniyê hat rawestandin. Herwiha di civînê de mijara piştgiriya şêniyê herêmê û dabînkirina mercên vegera malbatên koçber hatin gotûbêjkirin.
Mijareke din a sereke ya civînê, rewşa xizmetguzarî û binesaziya bajarê Serê Kaniyê û gundewarên wê bû. Hat ragihandin ku ji bo dubare avakirina herêmê û pêşxistina sîstemên av, elektrîk û xizmetên giştî, pêdivî bi mekanîzmayên nû û xurt heye.
Beşdarên civînê bal kişandin ser giringiya baştirkirina şert û mercên jiyanê û dabînkirina xizmetên bingehîn. Armanca van hewldanan ew e ku jîngehek guncaw bê amadekirin, da ku malbat bi aramî vegerin herêmên xwe û aramiya civakî pêk bê.
Duşema borî, 410 malbatên Serê Kaniyê wek yekem karwan vegeriyabûn warê xwe, lê di dema vegerê de hejmarek kes ji erebên hawride yên ku li Serê Kaniyê hatine bicihkirin, êrîşî hin malbatên vegeriyayî kir û otombîlên wan şikandibûn.