Dihok: 2 kesan di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da
Navenda Nûçeyan (K24) - Sibeha îro Înê, di bûyereke dilşewat a trafîkê de li nêzîkî komelgeha Cembûrê ya girêdayî nahiyeya Faydiyê, efserekî Rêveberiya Trafîkê ya Dihokê û kesekî din jiyana xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû.
Şofêrekî îro Înê, 14ê Tebaxa 2026ê, kontrola timbêla xwe ji dest da û li Zuhêr Kurêmeyî da, ku bi pileya raîd efserekî Pişka Dana Destûriyan a Rêveberiya Trafîkê ya Parêzgeha Dihokê ye û kesekî din xist. Ji ber giraniya birînên wan, Raîd Zuhêr û kesê ligel wî rasterast her li cihê wê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Her di encama wê bûyerê de jinek jî, ku hevjîna wî şofêrî ye û wek swar di nav timbêlê de bû, birîndar bû. Ji bo wergirtina çareseriya pizişkî ya lezgîn, ew birîndar ji bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Dihokê hat veguhastin.