Li Dihokê ahenga zewacê bo 900 keç û kuran tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Serok Barzanî û bi piştevaniya madî û mînevî ya fermandar Mensûr Barzanî, îro bi helkefta salvegera damezrandina PDKê û jidayikbûna Serok Barzanî, ahenga zewacê ya bikom ji bo 900 keç û kuran li liqên Dihok, Zaxo, Akrê, Amêdî û Şêxanê tê kirin.

Sîrperiştyara projeyê Dr. Şîrîn Husnî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro rojeke pîroz û dîrokî ye, ku ligel salvegera damezrandina PDKê û jidayikbûna rêberê Kurd Serok Barzanî hevdem e. Her bi vê helkeftê, saet 19:00 ê êvarê ahengeke birêkûpêk bi amadebûna hunermendan ji bo bûk û zavayan tê kirin.”

D. Şîrîn diyar jî kir ku ji aliyê fermandar Mensûr Barzanî ve ji bo her hevjînekî 10 milyon dînar hatine terxankirin. Wê got: "Li 15ê Tîrmehê wekî silfeya yekê 5 milyon dînar ji wan re hatine dan û îro jî 5 milyon dînarên din ji wan re tên dan, her wiha her bûk û zavayek dikarin 8 heta 12 kesan ji kesûkarên xwe bo ahengê vexwînin."

Ev proje, ku ji sala 2024ê ve berdewam e, ev 3 sal in bê veqetiyan tê kirin. Serperiştyara projeyê dibêje: "Hinek aliyan digot ku ev tenê ji bo bangeşeya hilbijartinan e, lê berdewamiya projeyê ji bo 3 salan bersiva herî baş e ji bo wan; ev tenê piştevaniyek e ji bo wan ciwanên ku bi her sedemekê be nikarin zewacê bikin."

Di van sê salan de, 1500 bûk û zavayan feyde ji vê projeyê wergirtiye. Dr. Şîrîn tekez jî kir ku ti cihêkariya partîtî û olî nehatiye kirin û ragihand ku îsal zêdetirî 2800 kesan navên xwe tomar kiribûn û pirose bi tîrûpişkê hat kirin, tenê navên zarokên şehîdan ku 81 hevjîn bûn bê tîrûpişk derketin. Her wiha ji bo birayên Krîstiyan û Êzdî jî tîrûpişka cuda hat kirin da ku mafên wan winda nebin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de ji bo Kurdistan24ê, serperiştyara projeyê destnîşan kir ku plan heye ku ji bo salên bê projeyê berfirehtir bikin da ku hejmareka zêdetir a ciwanên deverê feydeyî jê werbigirin.