Fraksiyona PDKê: Êrîşa dronî binpêkirineke berçav a qewareya Herêma Kurdistanê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê êrişa dronî ya li ser Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî û mala Rêveberê Ajansa Parastinê bi tundî şermezar kir û daxwaz ji Hikûmeta Federalî kir ku rêyê li ber van destdirêjiyan bigire.
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wê êrişa dronî ya Îranê ku li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê hate kirin, bi tundtirîn awa şermezar dikin.
Di wê daxuyaniyê de hat xuyakirin ku ev êriş tenê armancgirtina kesatî û saziyên Herêma Kurdistanê nînin, belku destdirêjî ne bo ser ax, serwerî û rûmeta dewleta Iraqê û qewareya Herêma Kurdistanê. Her wiha ev kiryar binpêkirineke eşkere û bêhincet e ji bo qanûnên navdewletî û belgenameya Neteweyên Yekbûyî û bingehên cîrantiya baş di peywendiyên navbera dewletan de.
Fraksiyona PDKê bal kişand ser wê yekê jî ku siyaset û helwesta Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem parastina bêalîtiya Herêma Kurdistanê û dûrxistina wê ji şer û hevrikiyên deverê bûye, tevî ku berdewam ji bo bi dawîanîna arêşeyan bang li aştî û diyalogê kiriye.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de, daxwaz ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê hatiye kirin ku hemî rêkarên siyasî, dîplomatîk û qanûnî yên pêdivî ji bo girtina rêyê li ber dûbarebûna van êrişan di paşerojê de bixebitîne, ji ber ku parastina serwerî û ewlehiya Herêma Kurdistanê berpirsyariyeke hevpar e.
Di dawiyê de Fraksiyona PDKê tekez kir ku ev yekem car nîne êrişî ser saziyên Herêma Kurdistanê tê kirin, lê Herêma Kurdistanê dê li ser peyama aştî û diyalogê berdewam be û dê berhingarî her destdirêjiyeka li ser ax û saziyên xwe bibe.