Mezlûm Ebdî êrişa dronî ya li ser Nivîsîngeha Serokwezîr bi tundî şermezar dike

Mezlûm Ebdî
Mezlûm Ebdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî hevxemiya xwe ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û êrişa dronî ya li ser Nivîsîngeha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi tundî şermezar kir.

Mezlûm Ebdî îro Duşemê, 17ê Tebaxa 2026ê, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de ragihand: "Em hevxemiya xwe ji bo hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê diyar dikin û armancgirtina Nivîsîngeha Serokê Hikûmetê bi tundî şermezar dikin."

Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha amaje kir: "Ev armancgirtin karekî redkirî û neexlaqî ye û nîşana destdirêjiya li ser îradeya gelê Herêmê û pareka sereke ya saziyên dewleta Iraqê ye."