Mesrûr Barzanî rewşa parêzgeha Silêmaniyê ligel Parêzgar nîqaş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo şopandina rewşa piştî bûyerên agirberbûnê yên li Silêmaniyê, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir axivî û piştgiriya tam a hikûmetê ji bo parastina can û malê welatiyan tekez kir.

Ji bo şopandina bûyerên nexwestî yên agirberbûnê yên şeva borî û îro yên li bajêrê Silêmaniyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di peywendiyeke telefonî de li gel Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir rewşa Silêmaniyê pirsî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe beranber wan şewatan nîşan da û parêzgar û berpirsên wî bajarî raspartin ku rêkarên parastina ewlehiya can û mal û milkên welatiyan tundtir bikin. Di vî warî de jî, wî tevahiya alîkarî û piştgiriya hikûmetê ji bo parêzgeha Silêmaniyê tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha hêviya çêbûn û vegeriyana zû ji bo wan welatiyan xwest ên ku bi sedema van bûyeran birîndar bûbûn.