Tom Kmiec daxwaza piştgirîkirina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Parlamentoya Kanadayê û Serokê Koma Dostîniya Parlamentoyî ya Kurdan, êrîşa bi dronan a li ser nivîsîngeha taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê xwecihbûna Serokê Dezgeha Parastinê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û amancgirtina rasterast a Serokwezîr wekî pêşveçûneke gelek xeter bi nav kir, herwesa daxwaz ji Hikûmeta Kanadayê kir ku mil bi milê hevpeymanên xwe bi rengekê fermî wê êrîşê şermezar bike.

Parlamenterê Kanadayê Tom Kmiec îro Sêşemê, 18ê Tebaxa 2026ê, di daxuyaniyekê de helwesta xwe ya fermî li ser wê êrîşê diyar kir, a ku li serê sibeha duhî, 17ê Tebaxê, bi dronan nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û cihê xwecihbûna Serokê Dezgeha Parastinê kiribû amanc, herwesa kêfxweşiya xwe nîşan da ku ti zirarên canî û birîndarbûn jê çê nebûne.

Tom Kmiec amaje bi daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê kir ku tê de hatibû ku du dronên bombekirî ji nav axa Îranê ber bi Hewlêrê ve hatine arastekirin; behsa pêkanîna lijneya lêkolînê ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve jî kir û tekez kir ku divê bi lez û bi şefafiyet karên xwe bike da ku bikerên wê rûbirûyî lêpirsînê bên kirin.

Navborî herwesa ragihand ku ev êrîş bi tenê û ji xwe ve nehatiye kirin, belkî parek ji zincîra bi sedan êrîşên mûşekî û dronî ye, ku ji meha Sibatê ve li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û bûne sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan welatiyên sivîl, û got ku amancgirtina bi zanabûn û rasterast a Serokê Hikûmeteke çalak û berpirsekî bilind ê ewlehiyê pêşveçûneke cuda û di asteke gelek xeter de ye.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de, Serokê Koma Dostîniya Kurdan bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên di navbera her du aliyan de û ragihand ku peywendiyên Kanadayê li gel Herêma Kurdistanê nezelal nînin, belkî hêzên çekdar ên Kanadayê mil bi milê Pêşmergeyan şerê dijî DAÎŞê kiriye; hevdem parlamenterên Kanadayê herdem li Hewlêrê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe ve bi germî hatine pêşwazîkirin, tevî wê yekê ku Kanada mala revendeka mezin a resen a kurdî ye.

Parlamenterê Kanadayê herwesa got: “Ez daxwazê ji Hikûmeta Kanadayê dikim ku di şermezarkirina aşkere ya van êrîşan de, bi hevpeymanên me yên navdewletî re peywendîdar be û piştevaniya Kanadayê ji bo ewlehî û aramîya Herêma Kurdistanê û Iraqeke federal tekez bike.

Ev jî di demekê de ye ku serê sibeha duhî, Duşemê, 17ê Tebaxê, du dronên bombekirî yên Hadîd-110 ji aliyê sînorê welatê Îranê ve ber bi bingeha nivîsîngeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê manê yê Rêveberê Ajansa Parastinê li bajarkê Pîrmamê yê parêzgeha Hewlêrê hatin arastekirin. Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, ti zirarên canî ji wan êrîşan peyda nebûne.