Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryara dawiyê li ser pênc giliyên cuda cuda da, ku li dijî berpirs û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibûn tomarikirin, û ji ber nebûna taybetmendiya qanûnî di wî warî de red kirin.

Parêzer Eyad Kakeyî îro Çarşemê, 19ê Tebaxa 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku çar ji van giliyan ji aliyê Wezîra Berê ya Darayî ya Iraqê, Rêveberê Giştî yê Banka Rafîdeynê, Rêveberê Giştî yê Banka Reşîdê û Rêveberê Giştî yê Kompaniya Nîştimanî ya Piştrastiyê ve li dijî Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmetê û Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê hatibûn tomarikirin.

Kakeyî diyar jî kir ku gilîkeran daxwaz kiribû ku biryareke Hikûmeta Herêma Kurdistanê (ku di Mijdara 1992ê de hatibû derxistin) wekî nedestûrî bê nasîn û bê hilweşandin; ku li gorî wê biryarê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedîtiya temam a wan milkên ku yên hikûmeta Iraqê bûn û li ser axa Herêma Kurdistanê bûn dike, ji ber ku piştî biryara sala 1992ê bo ser Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê hatibûn veguhastin.

Dadgeha Federalî da zanîn jî ku Dadgeha Federalî ragihandiye ku yekalîkirina vê mijarê li derveyî deshilata dadwerî û taybetmendiya wan de ye, lewma biryar da ku her pênc giliyan ji ber nebûna deshilata taybetmend red bike.