Mesrûr Barzanî: Me ti gef li ser asayîşa cîranên xwe ava nekiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, “Me ti gefek li ser asayîşa cîranên xwe ava nekiriye, lê divê hûn ji Îranê bipirsin ka çima êrişî me dikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet ligel malpera "Al-Monitor"ê de, derbarê çend mijarên navxweyî û herêmî de axivî û ragihand: "Me ti gefek li ser asayîşa cîranên xwe ava nekiriye." Derbarê êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê de jî got, divê ew pirs ji wan were kirin ka çima êrişî me dikin.
Serokwezîr aşkere kir, ev hewildan tenê ji bo tirsandina Herêma Kurdistanê ne û dixwazin Kurdistanê bikişînin nav nakokiyên ku aliyê Kurdî bi tundî li dijî wan e.
Têkildarî redkirina berpirsiyariya êrişan ji aliyê Îranê ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: "Bi dîtina min divê berpirsên Îranê bi xwe lêkolînê bikin, ka ew cure dron ên ku tenê li ba wan hene, çawa ji aliyê kesên din ve ji bo êrişkirina ser derveyî welatê wan tên bikaranîn."
Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li ser vekişîna hêzên rahênanê yên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê û veguhastina pergalên berevaniya asmanî yên Patriot anî ziman. Herwiha ragihand ku wan hîn nekariye wan pergalên bibandor bi dest bixin, da ku xwe ji gefan biparêzin, lê hewildanên ji bo wergirtina wan şiyanên berevaniyê berdewam in. Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku ew niha pişta xwe bi piştevaniya dostên Amerîkî girê didin ku di têkbirina piranîya mûşek û dronan de serkeftî bûne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir jî, Herêma Kurdistanê di bin metirsiyê de ye û berdewamiya êrişan nayê qebûlkirin; lewma daxwaz ji hemû dostên Herêma Kurdistanê kir ku ji bo avakirina wan şiyanên berevaniyê alîkariya wan bikin.
Têkildarî rewşa siyasî ya Iraqê, Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî wekî serkirdeyekî rastgo û dost pênase kir ku ji bo berjewendiya welat kar dike. Barzanî ragihand, wan piştevaniya xwe ya tam ji bo wî nîşan daye, bi taybetî di karên wî yên ji bo rûbirûbûna gendeliyê, sepandina serweriya yasayê û çekdanîna milîsan.
Derbarê dawîn dema ku Zeydî ji bo çekdanîna milîsan (30ê Îlonê) diyar kiriye, Serokwezîr hêvî kir ku ew grûpên çekdar beriya wê demê pabend bibin. Her wiha got: "Ez bawer nakim ku ti kes bixwaze rûbirûbûneke serbazî an jî her cûre tevliheviyekê di welat de bibîne, lê divê hikûmet tiştê ku ji bo parastina welatiyan, serweriya welat û berevaniyê pêwîst e, cîbicî bike."
Mesrûr Barzanî behsa wê yekê kir ku her tim pirsên Iraqê bi rewşa Îranê ve tên girêdan, lê belê divê Iraqî berjewendiya niştimanî, asayîş û aramiya welatê xwe bidin pêşiya her tiştî, bêyî ku bandora hevrikiyên Îranê li ber çav bigirin. Her wiha piştevaniya xwe ji bo hewildanên îdareya Donald Trump ên ji bo aramiya navçeyê û hevkariya ligel kompanyayên Amerîkî, bi taybetî di kerta neftê de dubare kir.
Têkildarî derengketina pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê de ragihand: "Ez destê dostaniyê ji bo her kesî dirêj dikim û daxwaz dikim werin û ji bo pêkanîna hikûmetê beşdar bibin; ev yek di berjewendiya bilind a xelkê Kurdistanê de ye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, ew piştevaniya biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê dikin, lê hêvîdar in ku ev yek valahiyeke ewlehiyê li herêmê ava neke. Herwiha got jî: "Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bihêz ên ligel Amerîkayê li dervayî hevkariyên serbazî jî berfireh bikin; Herêma Kurdistanê dê wekî hevparê herî bawerpêkirî û dilsoz ê Amerîkayê li navçeyê bimîne."