Wezareta Navxwe biryareke nû di berjewendiya bazirganên timbêlan de derxist

Wezareta Navxwe  ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryareke nû di berjewendiya kedkar û bazirganên timbêlan de derxist û dema guhartina modela hawirdekirina timbêlan dirêj kir. Bi vî awayî jî bazirgan dikarin heta 1ê meha Mijdarê timbêlên modela 2024ê hawirde bikin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, belav kir ku li gorî rêxistina hejmar 7 a sala 2026ê, ku guhartina yekê ya rêxistina hejmar 14 a sala 2025ê ya girêdayî şertêbn selametiyê û tomarkirina timbêlên hawirdekirî ye û li roja 20ê Tebaxa 2026ê bi îmzeya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed derketiye; dîroka guhartina modela timbêla salê bo hawirdekirinê ji 1ê Îlonê bo 1ê Mijdarê hat guhertin.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Dr. Hêmin Mîranî li ser sedema derxistina vê rênimayiyê ragihand ku ji ber rewşa şer li deverê û bandorên wê yên xirab li ser bazirganiya navdewletî, bazirgan û kedkarên hawirdekirina timbêlan daxwaza xwe bi rêya nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe bo dana dema zêdetir pêşkêş kir, piştî lêkolînê ew rênimayî hat guhartin.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe da zanîn jî ku li gorî vê guhartina nû, bazirgan dikarin heta 1ê Mijdara 2026ê timbêlên modela 2024ê ji bo Herêma Kurdistanê hawirde bikin.

Herwesa li ser biryara Wezareta Navxwe, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê û Rêveberiya Giştî ya Gumrikê bo kirina hêsankariyên pêdivî hatine raspartin, daku ew kedkarên ku timbêl kirîne û barên wan di rêyê de ne, dema wan a pêdivî hebe û rastî zirarên darayî nebin.