Mesrûr Barzanî: Serok Barzanî berdewamkerê baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir, ji ber wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê, û tekez kir ku Serok Barzanî berdewamkerê baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî Pêncşemê, 20ê Tebaxa 2026ê, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir, ji ber wergirtina Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez li ser rola dîrokî û serkirdetiya Serok Barzanî kiriye û nivîsiye: "Serok Barzanî wekî sembola aştiyê, pêkvejiyanê û parêzerê mafên olî û neteweyî yên hemî pêkhateyên cuda cuda yên Kurdistan û Iraqê ye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa gotiye: "Serok Barzanî berdewamkerê rêbaza pîroz a Barzan û baweriya rastîn a paqijî û mirovdostiyê ye û hejî hemî xelat û rêzlêgirtinekê ye."
Mesrûr Barzanî di pareke din a peyama xwe de bal kişand ser parastina paşeroja nirxên tebayiyê li Herêma Kurdistanê û ragihand: "Herêma Kurdistanê bi saya rêbertiya cenabê Serok Barzanî, wekî herdem dê navendeke girîng û geş a pêkvejiyana aştiyane be li deverê û cîhanê."
Ev jî di demekê de ye ku her duhî Kardînalê Fexrî yê Kildaniyan Luîs Sako serdana Serok Barzanî kir û Nîşana Bilind a Rêzlêgirtinê ya Qedaseta Papayê Vatîkanê pêşkêşî wî kir.
Kardînal Luîs Sako rêz bo rola Serok Barzanî di kûrkirina nirxên bilind ên pêkvejiyan, mirovdostî û bihêzkirina aştî û aramiya li Kurdistan, Iraq û deverê de diyar kir; her wiha spasîya Serok Barzanî kir, ku rol di parastina pêkhateya Mesîhî û pêkhateyên din ên neteweyî û olî yên Kurdistan û Iraqê de hebû.