Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji binemala Tahir Sabir re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo koça dawiyê ya lîstikvan û Serokê Berê yê Yaneya Hewlêrê Tahir Sabir, sersaxiyê ji kesûkar û binemala Xudêjêrazî re dixwaze û xwe hevparê xema wan dizane.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê, 2ê Îlona 2026ê, ji bo koça dawiyê ya lîstikvan û Serokê Berê yê Yaneya Hewlêrê Tahir Sabir, peyameke hevxemiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya hevxemiyê de sersaxiyê ji kesûkar û binemala Xudêjêrazî re dixwaze û xwe hevparê xema wan dizane.
Serokwezîrê Herêma Kurdistabê herwesa dibêje: Xudayê mezin canê Xudêjêrazî bi biheştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.