Şandeke Herêma Kurdistanê bo pirsa Budceyê li Bexdayê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê. Şand dê bi Wezareta Darayî ya Federal re beşdarî civînên amadekirina reşnivîsa qanûna budceya sala 2027’an bibe.
Li gorî zanyariyan, tîma teknîkî ya Herêma Kurdistanê îro bi berpirsên Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser maseyê rûdine. Mijara sereke ya civînê, diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2027’an de û çareserkirina kêşeyên darayî ye.
Şanda Herêmê di nîqaşên budceyê de balê dikşîne ser mijara damezirandin, karmendên girêbest û xwendekarên sêyemîn ên serkeftî yên zankoyan. Herwiha, şand daxwaz dike ku pişka Kurdistanê di budceya 2027’an de li gorî encamên serjimêriya niştecîhan were diyarkirin, ku ev rêje wekî %14 tê daxwazkirin.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebûdî beriya niha ragihandibû, Encûmena Wezîran dê heta dawiya meha Îlonê reşnivîsa qanûna budceya 2027’an bipejirîne û bişîne Parlamena Iraqê. Wezareta Darayî ya Federal nêzîkî mehekê ye li ser amadekirina vê reşnivîsê dixebite.
Di çarçoveya amadekariyên budceyê de, Wezareta Darayî ya Iraqê daxwaz ji hemû saziyan kiriye ku navên karmendên xwe yên bi "heqdestê rojane" dişixulin bişînin. Biryar e piştî nirxandinê, ev karmend bibin "karmendên bi girêbesta mehane" û mafên wan di qanûna budceya 2027’an de were parastin.