Li Hewlêrê Yekemîn Festîvala Hunera Karton ya Mumtaz Heyderî tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi dirûşma "Cejna Pirtûkê, Cejna Jiyanê ye", li paytext Hewlêrê Yekemîn Festîvala Navdewletî ya Hunera Karton û a Pirtûkxaneya Mumtaz Heyderî tê lidarxistin. Festîval deriyê xwe ji bo hunermendên ji çar aliyên cîhanê vedike.
Serperiştyarê Festîvalê, Cebar Sabir, îro 3’ê Îlona 2026’an ji Kurdistan24’ê re ragihand, amadekarî ji bo lidarxistina festîvaleke cîhanî ya hunerê temam bûne. Armanca sereke ya vê festîvalê ew e ku bi riya hunera kartonê, girîngiya pirtûk, xwendin û zanistê derxîne pêş û peywendiya navbera huner û zanînê xurt bike.
Festîval di heman demê de rêzgirtinek li jiyan û berhemên rewşenbîrî yên Mumtaz Heyderî; nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarê navdar ê Kurd e. Cebar Sabir diyar kir, pirtûk ne tenê kaxiz e, lê çavkaniya hişmendî û avakirina mirov e, lewma wan dirûşma "Cejna Pirtûkê, Cejna Jiyanê ye" hilbijartiye.
Pêşbirka festîvalê ji du mijarên sereke pêk tê:
- Mijara Pirtûkê: Girîngiya pirtûkê, pirtûk di serdema teknolojiyê de û têkiliya pirtûkê bi jiyanê re.
- Mijara Portreyê: Karîkatur û portreyên Mumtaz Heyderî.
Mercên Teknîkî:
- Her hunermendek dikare ji bo her mijarekê herî zêde 2 berheman bişîne.
- Berhem dikarin bi reng an jî reş û sipî bin.
- Divê pîvan A3, kalîte 300 DPI û formata wê JPEG be.
- Ew berhemên ku bi zîrekiya destkird (AI): hatine çêkirin, nayên qebûlkirin.
Hemû hunermendên ku berhemên wan ji bo pêşandanê têne hilbijartin, dê bîrnameyeke dîjîtal û kataloga festîvalê wergrin.
Mumtaz Heyderî Kî ye?
Mumtaz Heyderî di sala 1938’an de ji dayik bûye. Ew wekî yek ji stûnên rewşenbîrî û rojnamevaniya Kurdî tê naskirin. Heyderî di dirêjahiya jiyana xwe de bi nivîsên xwe xizmeteke mezin ji ziman û zanîna Kurdî re kiriye û her dem piştgiriya pirtûkxane û saziyên çandî kiriye.
Hunermendên ku dixwazin beşdar bibin, dikarin berhemên xwe heta roja 10’ê Cotmeha 2026’an bişînin.