Konsulê Almanyayê: Peywendiyên me yên bi Kurdistanê re li ser bingeha baweriya demdirêj hatine avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Christian Ulfke di hevpeyvîneke taybet ligel Kurdistan24ê de, ronahî xiste ser geşepêdana peywendiyên dualî di warên cuda de, rêça karên xwe yên pêşîn, her wiha nêrîna xwe derbarê rewşa aborî, çandî û werzişî li Herêma Kurdistanê diyar dike. 

Ferehkirina hevbeşiyê û karên pêşîn yên siyasî û aborî 

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Christian Ulfke ragihand, peywendiyên di navbera Almanya û Kurdistanê de fereh in û li ser bingeha baweriya demdirêj a dualî hatine avakirin. Almanyayê îspat kiriye ku hevbeşekî pêbawer e, bi taybetî di warên alîkariya mirovî, aramî, geşepêdana hevbeş û ewlehiyê de, ev jî bûye bingeh ji bo hevbeşiyeke bihêz. Ez şiyaneke mezin di ferehkirina hevbeşiya me de ber bi hevkariya aborî û civakî ve dibînim. Bihêzkirina peywendiyên di navbera saziyan, kompaniyan û civaka sivîl de, dê bibe kilîtek ji bo ferehkirina van peywendiyan di asta demdirêj de. 

Herwiha bal kişand ser wê yekê jî ku Almanya pabendî Kurdistaneke aram, ewle û geşbûyî ye di çarçoveya Iraqê de. Aramî ne tenê pirseke ewlehiyê ye; belkî girêdayî asoyên aborî, rêveberiya baş, saziyên çalak û afirandina derfetan ji bo nifşê ciwan e. Herwiha em ê li gel hevbeşên xwe di hewldanên xwe de berdewam bin ji bo beşdarîkirina di aramkirina rewşê de bi rêya amûrên cuda. Wek konsulê giştî li Hewlêrê, karên min yên pêşîn sê alî ne: Yekem, bihêzkirina zêdetir a peywendiyên siyasî û diyalogê. Duyem, ferehkirina peywendiyên aborî yên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê de. Sêyem jî, piştevaniya hevkariyê di warên aramî û geşepêdanê de.

Teknolojî û derfetên veberhênanê li Kurdistanê 

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê got jî, Kurdistan derfetên hêvîdar ji bo teknolojiya Almanî peyda dike, da ku pirsgirêkên pêşeng ên herêmê bên çareserkirin, bi taybetî di warên enerjî, jêrxan, birêvebirina avê, çandinî û endezyariya mekanîkî de. Lê belê, ji bo rakêşana veberhênanên zêdetir ên Almanî, hebûna çarçoveyeke zelal, ewlehiya qanûnî, parastineke bihêz a veberhênanê, saziyên karwer û hêza kar a jêhatî pir pêwîst in. Ji hemûyan girîngtir, aştî û ewlehî wekî faktorên diyarker dimînin. Ez agahdar im ku Herêma Kurdistanê her dem hewl daye beşdarî aştiya herêmê bibe. Ji vê dîtinê ve, em tenê dikarin hêvî bikin ku herêma Rojhilata Navîn bi giştî di dawiyê de aştî û îstîqrarê bi dest bixe. 

Herwiha got, bi berçavgirtina ezmûna Almanyayê di pêşxistina aboriyeke cihêreng de ku li ser bingeha kompaniyên biçûk û navîn hatiye avakirin, ez potansiyelê di wan sektoran de dibînim ku dikarin derfetên kar peyda bikin, zincîra nirxê ya navxweyî ava bikin û gav bi gav piştbastbûna herêmê bi hawardekirina keresteyên xav kêm bikin. Çandinî û pîşesaziya xwarinê mînakên sereke ne. Kurdistan xwedî şianeke mezin a çandiniyê ye. Kompaniyên Almanî dikarin bi rêya teknolojiya nûjen a çandiniyê, amûr û çareseriyên pîşesaziyê beşdar bibin. Ev cure teknolojî ne tenê hilberînê zêde dikin û bikaranîna çavkaniyan kêm dikin, lê belê alîkar in ku herêm ji hinardekirina keresteyên xav ên çandiniyê derbasî pêvajokirin û pakkirinê bibe.

Nêrîna li civakê, çanda navxweyî û werzişê 

Christian Olfke got: "Ez hest dikim hîn gelek tişt hene ku ez derbarê Herêma Kurdistanê de fêr bibim. Di rêza yekem de, ez dixwazim zanibim ka Almanya û Herêma Kurdistanê li kû derê dikarin têkiliyên herî baş ji bo berjewendiya dualî ava bikin. Ev jî hewceyî hûrbûnê ye li ser wê yekê ku aborî li vir çawa kar dike û xelk çawa bazirganiyê dike. Herwiha hewceyî têgihiştina pêdiviyên rastîn ên hevkariyê ye di vê serdemê de, ku divê em bala xwe bidin ser wan qadên ku em dikarin guherîna rastîn tê de çêbikin. Têgihiştina van mijaran ezmûneke mezin a fêrbûnê ye. Ez kilîta têgihiştinê di gelek çavkaniyên cuda de dibînim; çi bi xwendina pirtûkekê be an guhdarîkirina li pisporan, an bi tesadufî an jî bi dîtina berhemeke hunerî be. Di asteke firehtir de, ez dixwazim goşeya nêrînê ya rast ji bo analîzkirina bûyerên heyî bibînim: Herêma Kurdistanê di nav hevkêşeyeke aloz û hestiyar de tevdigere. Min hewl da ku meylên geşedanên dîrokî şîrove bikim, lê her tişt pir bi lez diguhere û texmînkirina wan zehmet e. Ew gotina kevn ku dibêje 'Tevahiya texmînan zehmet in, bi taybetî yên ku têkiliya wan bi paşerojê re heye' diyar e ku ji bo Kurdistanê rast e!"

Her wiha tekez kir ku Hewlêr "atmosferek gelekî erênî heye. Ji bo min ne ecêb e ku mirov bi hezaran sal e li vê derê nîştecî bûne. Kela mîna bîranîneke xurt a dîroka dirêj û dewlemend a Kurdistanê ye. Ez ji ritma bajar hez dikim; xelkê wî aram û dostane ne. Li derveyî sînorên bajar, serdana min a yekem ji bo Dihokê bû. Têkiliyên dualî yên di navbera parêzgeha Dihokê û Almanyayê de gelekî baş hatine sazkirin û ez gelekî ji berfirehî û kûriya hevkariyan matmayî mam. Her wiha bi kelecanî li benda serdana Silêmaniyê me: Hejmareke hevkaran min ên li konsulxaneyê xelkê Silêmaniyê ne û her ku dest bi axaftina li ser bajarê xwe dikin, çavên wan dibiriqin. Ji ber vê yekê bê guman tiştekî taybet di wî bajarî de heye! Di dawiyê de, ji ber ku ez ji xwezayê û çûna derve hez dikim, ez kelecanî me ku li nav çiyayan bigerim! Ez hêvî dikim ku di dema mana xwe ya li vir de karibim van hemûyan pêk bînim." 

Herwiha ragihand: "Bi mixabînî, hêj fersend ji bo min çênebûye ku ez temaşeyî ti yarikeke zindî bikim. Min çend gotar li ser tîmên kurdî xwendin, wekî mînak Dihok û serkeftina wan di Xula Tîmên Palewanên Kendavê de. Herwiha dixuye ku Zaxo jî atmosfereke bêhemper heye û dê gelekî xweş be heke ez karibim beşdarî yek ji yarikên wan bibim. Ez bawer dikim ku futbol xelkê cîhanê tîne cem hev. Her çend tîmên me yên neteweyî yan klûbên me di nav yarîgehê de rikaber bin jî, kelecana lîstikê me tîne cem hev. Ez li gelek cîhên cîhanê geriyam û tewra dema ku min bi zimanên wan ên herêmî jî neaxivîbe, her kesê ku navê 'Franz Beckenbauer', 'Rudi Völler', 'Lothar Matthäus' yan 'Bastian Schweinsteiger' anîbe, te hîs kiriye ku xala we ya hevpar heye û ji ber hezkirina we ji bo lîstikvanekî diyar, yekser hûn hîsa têkiliyê dikin."