Ji ber êrîşa li ser baregeha K1, 15 sal cezayê zindanê li 6 kesan hat birîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeheke Iraqê, bi tawana êrîşa mûşekî ya li ser baregeha serbazî ya K1 a li Kerkûkê, 15 sal cezayê girtîgehê li 6 kesan birî. Ev kes di çarçoveya "Qanûna Rûbirûbûna Terorê" de hatin darizandin.

Dadgeha Iraqê derbarê 6 tawanbaran de ku bi avêtina mûşekên Katyushayê dihatin tawanbarkirin, îro 3ê Îlonê biryara xwe ya dawî aşkere kir. Her 6 tawanbar li gorî Xala 4’an a Qanûna Rûbirûbûna Terorê hatin darizandin û 15 sal cezayê zindanê li wan hat birîn.

Li gorî belgeyên ku gihîştine ber destê Kurdistan24’ê, navên kesên ku ceza li wan hatiye birîn wiha ne: Ebbas Qasim, Ebbas Kazim, Mehdî Firas, Mecd Baqir, Ebdulrehman Zeynelabidîn û Heyder Elî.

Dadgehê diyar kir ku sûcê van kesan hatiye îspatkirin û wan mûşekên Katyushayê ber bi baregeha K1 a li başûrê Kerkûkê ve avêtine. Mûşekên ku hatine avêtin, li nêzî baregeha Fewca DijeTerorê û cihê bicihbûna tîma Fransî ya ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ketine.

Baregeha K1 yek ji navendên stratejîk ên li Kerkûkê ye û di nav de hem hêzên Iraqî û hem jî şêwirmendên Hevpeymaniya Navdewletî cih digirin.