Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji binemala Nezîfe Reşîd Beg re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawiyê ya Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî, ya hevjîna şehîd Mela Ezîz Siyamensûrî, sersaxiyê ji kesûkar û binemala wê re dixwaze û xwe hevparê xema wan dizane.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê, 3ê Îlona 2026ê, di peyamekê de sersaxiyê ji binemala Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî, ya hilgira Mêdaliya Barzaniyê Nemir û hevjîna şehîd Mela Ezîz Siyamensûrî, re dixwaze û xwe hevparê xema wan dizane.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de herwesa ji Xudayê mezin dixwaze ku canê wê bi biheştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wê.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Ez sersaxiyê ji binemala Xudêjêrazî Nezîfe Reşîd Beg Siyamensûrî, ya hilgira Mêdaliya Barzaniyê Nemir û hevjîna şehîd Mela Ezîz Siyamensûrî, re dixwazim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wê bi biheştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wê.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê