Serkirdeyên Iraqê sersaxiyê li Serok Barzanî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirde û kesayetiyên Iraqê di peyamên cuda de, sersaxiya xwe ji ber koça dawî ya birayê mezin ê malbata Barzanî, gihandin Serok Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û hevxemiya xwe ya kûr diyar kirin. 

Eyad Elawî 

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî Eyad Elawî di peyamekê de ji bo malbata Barzanî ragihand, bi dax û xemgîniyeke kûr ve nûçeya koça dawî ya birayê mezin ê malbata Barzanî, rehmetî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî gihîştiye wan. 

Elawî di berdewamiya peyama xwe de got: "Ji bo vê karesata êşdar, em sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr gihandin birayê ezîz Serok Barzanî û malbata wî ya birêz. Em ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku rehmetî bixe ber dilovaniya xwe ya fireh û bi biheşta berîn şad bike, her wiha sebr û aramiyê bide malbat û ezîzên wî."

Usama Nuceyfî

Ji aliyekî din ve, serkirdeyê siyasî yê Iraqê Usama Nuceyfî di peyama xwe ya sersaxiyê de diyar kir, ji ber koça dawî ya rehmetî Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî, ew bi xemgîniyeke mezin hevxemiya xwe ya kûr ji Serok Barzanî re radigihînin.

Nuceyfî her wiha daxwaz kir ku Xwedayê Mezin rehmetê li koçkirî bike û wî bi bihiştê şad bike; sersaxî û sebirê jî bide malbat, xizm û hezkiriyên wî.

Îbrahîm Behr el-Ulûm

Di heman demê de, siyasetmedarê Iraqî Îbrahîm Behr el-Ulûm di peyama xwe de, serxweşiya xwe gihand malbata Barzanî, di serî de ji Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re. 

Herwiha tekez kir ku ew ji Xwedayê mezin daxwaz dikin, rehmeta xwe ya fireh li giyanê wî bike û wî bi bihuşta xwe ya berîn şad bike, herwiha sebir û dilsaziyê bide malbata wî ya rêzdar.

Adnan Dirjal 

Herweha Adnan Dirjal, wezîrê berê yê werzîşê û serokê berê yê Yeketiya Futbolê ya Iraqê, di peyamekê de ji bo vê boneyê ragihand, ew sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî Serok Barzanî dikin, ji bo wefata birayê wan ê mezin. Herweha ragihand, ew ji Xwedayê mezin duayê dikin ku yê rehmetî bixe ber rehma xwe ya fireh û wî bi bihuşta xwe ya berîn şad bike.