CENTCOM: Me sê keştiyên petrolhilgir ên Îranê bombebaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di bersiva êrîşên mûşekî yên Supaya Pasdaran de, wan sê tankerên mezin ên neftê yên Îranê li Kendav û Deryaya Omanê bi temamî jinav birine.

CENTCOM’ê îro  5’ê Îlona 2026’an, bi daxuyaniyekê ragihand, Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşekên balîstîk êrîşî du keştiyên şer ên Hêza Deryayî ya Amerîkayê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, keştiyên Amerîkayê bi serkeftî xwe ji van êrîşan parastine û ti zirareke giyanî negihîştiye serbazên wan.

Amerîkayê wekî karvedanekê li dijî vê êrîşê, operasyoneke berfireh li dijî tankerên Îranê yên ku çavkaniya darayî ya Supaya Pasdaran in, pêk anî. 

Fermandarê CENTCOM’ê Brad Cooper bi peyamekê hişyariyeke tund da Tehranê û wiha got: "Bila ev peyam ji bo Supaya Pasdaran pir zelal be; eger hûn guleyan berdin du keştiyên me, em ê bi bacên giran ên aborî sê keştiyên we jinav bibin. Em di parastina hêzên xwe de dudil nabin."