Dihok: Hikûmeta Herêma Kurdistanê arêşeya ava Şêxanê çare dike

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku projeyeke stratejî ya avê li sînorê qezaya Şêxanê bi cih bîne, ku armanc jê dabînkirina ava pêdivî ye bo navenda wê qezayê, pênc nahiyeyan û 190 gundan.

Qaymeqamê Qezaya Şêxanê Serdar Şêx Yehya îro Yekşemê, 6ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand ku razîbûna li ser projeya stratejî ya ava Şêxanê hatiye wergirtin.

Qaymeqamê Şêxanê herwesa got ku heta niha budceya pêdivî bo wê projeyê nehatiye terxankirin û ew li bendê ne ku dîzayn û nexşeya projeyê bi dawî bibe, ji ber ku rêjeya terxankirina budceyê li ser bingeha dîzaynê tê diyarkirin û îhtîmal heye ku proseya dabînkirina darayî bo sala bê paş keve.

Li gorî gotina Qaymeqamê Şêxanê, kompaniyeka navxweyî bo kişandina dîzayn û nexşeya projeyê hatiye spartin. Tê pêşbînîkirin ku heta dawiya vê salê nexşeya projeyê bi dawî bibe û rûpîvî bo hemî wan deveran bê kirin ên ku proje xizmeta wan dike.

Ev proje wekî stratejî tê hesibandin û bi temambûna wê, pirsgirêka dabînkirina ava vexwarinê bo heyama 30 salên bê li wê deverê tê çareserkirin.

Naha ava şêniyên devera Şêxanê bi rêya kanî, rûbar û bîran tê dabînkirin, di demekê de ku çend taxên navenda qezayê jî ji ber kêmiya avê dinalin. Ev pêngava Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê wê pirsgirêka demdirêj a deverê bi dawî bîne.