Rêveberiya Çandiniyê ya Dihokê amadekariyan bo 19emîn Festîvala Tirî û Hingivînî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e ku Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Dihokê di dawiya vê mehê de Gera 19ê ya Festîvala Salane ya Tirî û Hingivînî saz bike. Berpirsên çandiniyê dibêjin ku îsal berhem li hemberî salên borî bi awayekî berçav zêde bûne.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Dihokê Muslih Hesen ragihand ku festîvala îsal dê cuda be û tenê rojekê nabe, belkî dê bo dema du heta sê rojan berdewam bike. Armanc ji vî karî jî çêkirina derfetên zêdetir e bo welatî û geştyaran da ku bikarin berhemên navxweyî bibînin û bikirin, ku ev jî alîkariyeke mezin e bo cotkaran di bazarkirina berhemên wan de.

Cîgirê Rêveberê Çandiniyê bal kişand ser amarên berhaman û diyar kir ku berhemê tirî gihîştiye 80 hezar tonan, ku ev jî 20 hezar tonan ji sala borî zêdetir e. Her wiha berhemê Hingivînî jî pêngaveke mezin avêtiye û ji 88 tonan bo 300 tonan bilind bûye.

Parêzgeha Dihokê bi tirî û Hingivînîê xwe yê bi kalitiyeka bilind tê nasîn û ev festîval bûye kevneşopiyeke salane ji bo teşwîqkirina cotkar û mêşvanên deverê û nasandina berhemên wan li sûkên Herêma Kurdistanê û derve.