700 malbatên koçber ên Serê Kaniyê vedigerin warê xwe
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî salên dirêj ên koçberiyê, îro 700 malbatên ji Serêkaniyê vedigerin ser mal û milkên xwe. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî bi karwanên alîkariyê yên xwarin û tenduristiyê piştgiriya pêvajoya vegera koçberan dike.
Îro Sêşemê (8’ê Îlona 2026’an), qonaxeke nû ya vegera koçberên Serêkaniyê dest pê kir. Nûnerê Serokê Sûriyê Dr. Mistefa Ebdî ji Kurdistan24ê re ragihand, amadekarî hatine temamkirin û îro 700 malbatên koçber ji kampên Hesekê ber bi Serê Kaniyê ve diçin.
Dr. Mistefa Ebdî diyar kir, ew bi berpirsên herêmî re civiyane û malên van malbatên ku vedigerin hatine valakirin û ji bo niştecihbûnê amade ne. Ebdî her wiha daxuyand ku ew garantiyê didin ku bûyerên nexweş ên berê (şer û alozî) dubare nebin û vegera koçberan bi awayekî ewle pêk were.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hawara koçberan ve diçe
Ji bo hêsankirina pêvajoya vegerê û dabînkirina pêdiviyên bingehîn, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi du karwanên alîkariyê ket tevgerê. Di nav alîkariyên BCF’ê de, selikên xwarinê, şîrê zarokan, kinc û amûrên ronahiyê hene.
Berpirsê Beşa Tenduristiyê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dr. Munîb Ehmed diyar kir ku tîmên wan ên bijîşkî û ambulansên wan ên gerok li kampên Hesekê bi koçberan re ne. Dr. Ehmed got: "Tîmên me bi awayekî bêpere pashkenînên bijîşkî dikin û dermanan didin nexweşan da ku di dema vegerê de ti pirsgirêkên tenduristiyê dernekevin."
Bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, di sala 2019’an de piştî operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê, bi hezaran malbatên Kurd û pêkhateyên din ji bajêr derketibûn. Ev koçber bi salan e di bin şert û mercên giran de li kampên parêzgeha Hesekê dijîn.
Roja 10ê Tîrmeha borî 410 malbatên Serê Kaniyê wek yekem karwan vegeriyabûn warê xwe, lê di dema vegerê de hejmarek kes ji erebên hawride yên ku li Serê Kaniyê hatine bicihkirin, êrîşî hin malbatên vegeriyayî kir û otombîlên wan şikandibûn.