Herêma Kurdistanê salane bi milyonan tonên keskatî dişîne û fêkî Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê di berhemanîna keskatiyan de gihîştiye asta xwejiyandinê û salane zêdetirî yek milyon tonên keskatî û fêkî dişîne parêzgehên din ên Îraqê.

Berdevkê Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Qareman Qadir Mewlûd ji Kurdistan24ê re ragihand ku salane zêdetirî yek milyon tonên keskatî û fêkî ji Herêma Kurdistanê bo bajarên navend û başûrê Îraqê têne birêkirin.

Dr. Qareman Qadir Mewlûd bal kişand ser wê yekê jî ku berhemên wekî rihan, pûng û terxûn bi qebareyeke mezin ji elweyan têne henardekirin û berî henardekirinê jî, wezaret pişkenînên kalitî û tenduristiyê bo wan dike.

Ev pêngava Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku bazara cîhanî ya van keskatiyan xwedan behayekî aborî yê bilind e û di pîşesaziyên derman, bedewkarî û xwarinê de têne bikaranîn:

- Rihan: Li gorî raportên cîhanî, qebareya bazirganiya rihanan di îsal de gihîştiye 1 milyar û 570 milyon dolaran û tê pêşbînîkirin ku heta sala 2035ê bibe 2 milyar û 480 milyon dolar.

- Pûng: Niha qebareya bazirganiya pûngî di navbera 3 milyar û 720 milyon heta 6 milyar û 800 milyon dolaran de ye, û ji ber berfirehbûna bikaranîna wê di kertên cuda cuda de, tê pêşbînîkirin ku heta sala 2030ê bibe nêzîkî 11 milyar dolaran.