Kurdên Amerîkayê piştî 50 salan li Nashvilleê li hev civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Revenda Kurdistanî li bajarê “Nashville”ê yê wîlayeta “Tennessee”ê ya Amerîkayê li hev civiyan, ku bi merema bîranîna 50 saliya gihîştina koma yekê ya Kurdan bo Amerîkayê bû. Parek ji wan Kurdên ku di vê bîranînê de amade bûn ew bûn ên ku di salên 1970an de wekî koçber berê xwe dabû Amerîkayê.

Berpirsê Liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Amerîkayê Hikmet Bam diyar kir: "Pştî şkestina Şoreşa Îlonê, biryar hate dan ku hejmareke kadirên pêşkeftî û xwendewar bo derveyî welat bên şandin, ji bo berdewambûna li ser xizmeta Kurdîniyê. Di sala 1976ê de, em nêzîkî 700 kesan bûn ku hatin Amerîkayê, û ev prose heta sala 1987ê berdewam bû."

Hikmet Bam herwesa got: "Gelek ji biraderan peywendî bi me kir û hez dikir ku yekdu bibînin, ji ber ku ev nêzîkî 50 salan bû ku me yekdu nedîtibû, lewma em wekî Liqa 7ê bi vî erkî rabûn. Em hêvîdar in ku em bikarin heval û dost û Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê li vê derê kom bikin, ji bo dîtina yekdu, nûkirina bîranînan û diyarkirina spasiyê bo Şoreşa Îlonê û hikûmeta Amerîkayê."

Ebdulah Akreyî yek ji wan Kurdan e ku bo cara yekê wekî penaber di sala 1976ê de gihîşt Amerîkayê. Berî wî demî hejmara Kurdan li Amerîkayê ji tiliyên destan derbaz nedibû, ku ew jî bo xwendin û karê dîplomasî li wî welatî bûn.

Ebdulah Akreyî tekez kir: "Di yekê meha 5ê ya sala 1976ê de, em gihîştin “Nashville”ê. Em koma yekê bûn ku ji Tehranê wek penaber hatin vî welatî. Bi hezkirina Xudê revenda Kurdî paşerojeka çêtir çê dike. Hemî hêviya me bi zarokên me ye, ku zarokên me perwerde û fêrbûna baş werbigirin. Em hêvîdar in bi hezkirina Xudê, di paşerojê de kongresman û senatorên me jî hebin."

Kurd li Amerîkayê xwedan civakeke bihêz in. Di heyama pênc dehsalên borî de, tevî kêmiya hejmara xwe, wan kariye bibin xwedan bi sedan bazirganiyan, û di warê zanist û akademiyê de jî rol û cihê wan diyar e.