Mesrûr Barzanî 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Xanûberan li Hewlêrê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 9ê Îlona 2026an, 7emîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê vedike.
Pêşangeh îro bi awayekî fermî deriyên xwe li pêşberî welatî û veberhêneran vedike û dê çar rojan li Hola Pêşangehan a di nav Parka Samî Ebdulrehman de berdewam be.
Ev bûyera giring a aborî bi piştgiriya rasterast a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Veberhênanê, ji aliyê kompanyaya "Invest Expo"yê ve hatiye organîzekirin.
Bi rêya vê pêşangehê, Hewlêr careke din bala veberhênerên navçeyî û cîhanî dikişîne ser xwe, da ku dîmeneke xurttir ji geşepêdana aborî ya Herêma Kurdistanê nîşan bide.
Di pêşangehê de nêzîkî 300 kompanyayên navxweyî û cîhanî ji 12 welatên cuda beşdar dibin. Ev amadebûna berfireh a kompanya û brandên navdar nîşan dide ku bazarên navdewletî baweriyeke tam bi ewlehî û jîngeha aram a veberhênanê ya li Herêma Kurdistanê tînin.
Di heyama van çar rojan de, derfeteke rasterast ji bo welatî û veberhêneran tê afirandin, da ku sûdê ji daxistin û derfetên taybet wergirin. Tê payîn ku ev gav tevgerekê bixe bazara xanûberiyê û rê li ber pêkanîna xewna xwedîbûna xanî ji bo bi sedan malbatan xweş bike.
Li gorî amarên berdest, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 70 hezar nivîsîngehên xanûberan hene ku ji wan 7 hezar û 500 ofîs tenê li Hewlêrê ne û rojane bi sedan danûstandinên kirîn û firotina xanûberan di nav wan de birêve diçin.