Rêber Ehmed û Serokê Dezgeha Dijeterora Îraqê civiyan

Rêber Ehmed û Zeyd Hûşî Musewî
Rêber Ehmed û Zeyd Hûşî Musewî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Dezgeha Dijeterora Îraqê li Hewlêrê civiyan û tekez li ser bihêzkirina hevahengî û peywendiyên ewlehiyê yên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Serokê Dezgeha Dijeterora Hikûmeta Federal Ferîq Rukn Zeyd Hûşî Musewî kir.

Di wê hevdîtinê de ku bi amadebûna berpirsên ewlehiyê yên her du aliyan hat kirin, tekez li ser bihêzkirina hevahengiya ewlehiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin.

Aramanca sereke ya wê civînê xurtkirina peywendiyên ewlehiyê, rûbirûbûna gefên terorê, berdewamkirina operasyonên hevpar û parastina aramiya deverê bû.