Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê kir, bi merema xatirxwestinê û bidawîhatina erkê wî. Di wê civînê de, herwesa behsa peywendiyên dîrokî yên sedsala borî yên di navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê jî hat kirin.
Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsyayê li Îraqê Elbrus Kutrashev û Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin kir, ku Balyozê Rûsyayê bi helkefta bidawîhatina erkê xwe û bo xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.
Li gorî wê daxuyaniyê, Balyozê Rûsyayê spasiya Serok Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê kir, ku di dema karê wî de bo biserxistina erkê wî hevkar û hevaheng bûne.
Balyozê Rûsyayê her wiha bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên navbera Rûsya û gelê Kurdistanê û ragihand ku welatê wî di her rewşê de bi girîngî ve li peywendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re dinêre û aramiya Herêma Kurdistanê ji bo wan girîng e. Kutrashev pesna bizavên serkirdetiya Herêma Kurdistanê jî kir, ku nehêştine Herêma Kurdistanê bibe parek ji wan alozî û arêşeyên deverê.
Serok Barzanî jî bal kişand ser westgehên girîng ên peywendiyên navbera gelê Kurdistanê û Rûsyayê di sedsala borî de û destxweşî li Balyozê Rûsyayê kir, ku di dema erkê xwe de roleke girîng di pêşxistina peywendiyên her du aliyan de lîstiye, û herwesa daxwaza serkeftinê di karê wî yê paşerojê de bo wî xwast.
Di pareke din a wê civînê de, behsa rewşa siyasî û aloziyên deverê û bandora wan li ser paşeroj û aramiya Îraq û deverê jî hat kirin. Her wiha nirxandineke erênî bo peywendiyên niha yên navbera Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hat kirin.