Piştî bûyera agir li girtîgehê, Mezlûm Ebdî gihîşt Kobaniyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, Şêwirmendê Serokê Sûriyeyê bo Karûbarên Kurdî Mezlûm Ebdî gihîştiye bajarê Kobaniyê.
Serdana Mezlûm Ebdî bo Kobaniyê piştî wê karesata giran tê ku berbanga îro li girtîgeheke bajêr rû da. Di encama derketina agirekî mezin li girtîgeha bajêr de, 8 girtiyan canê xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesên din jî ji ber birînên şewatê û xeniqîna bi dûmanê bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê me, Mezlûm Ebdî li ser sedemên rûdana vê karesatê, rewşa girtîgehê û aloziyên dawî yên li bajêr, bi aliyên pêwendîdar re civiyaye û ji nêz ve lêkolînê li ser rewşê dike.
Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn jî, li Kobaniyê qexdeya çûnûhatinê het 72 saetên din li nava bajêr hatiye dirêjkirin.
Çirûska sereke ya van aloziyan şeva Pêncşemê, 10ê Îlona 2026an dest pê kir; dema ku ciwanekî bi navê Sîpan Hiznî (endamê lîwayeke artêşa Sûriyeyê û şervanê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD) ji aliyê çend kesan ve bi awayekî hovane hat kuştin û serê wî hat jêkirin. Piştre termê wî radestî malbata wî hat kirin.
Şehîdkirina Sîpan Hiznî bû sedema destpêkirina pêleke berfireh a nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê li Kobanî, Qamişlo û piraniya bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê.
Li bajarê Kobaniyê, hewldana hêzên ewlehiyê ya ji bo belavkirina xwepêşanderan bû sedema derketina girjî û pevçûnan. Li pey vê yekê, ji bo derketin û ketina nav bajarê Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin, hêzeke mezin a ewlehiyê ber bi nava bajêr ve hat şandin û dest bi pêleke girtina ciwanên nerazî hat kirin û ew xistin girtîgehê.
Rageşî derdora saet 02:00ê berbangê gihîşt lûtkeyê; dema ku hêzên ewlehiyê biryar da beşek ji ciwanên desteserkirî ber bi zindanên bajarê Helebê ve veguhêzin. Girtiyan bi tundî li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û di nava girtîgehê de alozî derket.
Di encama têkçûna rewşa hundirê zindanê de, girtiyekî agir berda doşeka xwe. Pêtên agir bi lez di nava hemû avahiyê de belav bûn û beşeke mezin a avahiyê şewitî.