Ji ber vekişîna Amerîkayê, nîgeraniyên li ser paşeroja ewlehiyê ya Kerkûkê kûrtir dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî bûyerên Cotmeha 2017an, beşeke mezin a navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ketine nava valahiyeke kûr a ewlehiyê ku heta niha bûne stargeh û cihê tevgera çekdarên DAIŞê. Niha jî ligel nêzîkbûna dema vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, metirsiya kûrbûna vê valahiyê û derketina aloziyan li Kerkûkê gelekî zêde bûye.
Derbarê vê pirsê de, pisporê ewlehiyê Cewdet Cîhad ji bo Kurdistan24ê ragihand: “Di egera vekişîna hêzên Amerîkayê de, dê valahiyeke ewlehiyê derkeve ku di vê qonaxê de bi hêzên ewlehiyê yên navxweyî nayê dagirtin.”
Nîgeraniya sereke ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji wê yekê tê ku her cûre bêserûberî yan nebûna hemahengiyê di nava îdareya ewlehiyê de piştî vekişîna hêzên Amerîkayê, dê rasterast bandorê li ser aramiya Kerkûk û derdora wê bike.
Cîgirê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Neşet Şawêys li ser vê metirsiyê ji Kurdistan24ê re got: “Valahiyeke ewlehiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye ku hîna nehatiye dagirtin, ev yek jî bûye sedema dilgiraniya xelkê Kerkûkê. Hêviya me ew e ku hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bêhtir were pêşxistin û berfirehkirin, da ku ew valahî bi temamî bê girtin.”
Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, hêzên bejayî yên Hevpeymaniya Navneteweyî li ser erdê nînin, lê belê firokeyên şer ên Hevpeymanan bi berdewamî ji asman ve alîkariya hêzên Iraqî di rûbirûbûna pêgehên DAIŞê de dikirin. Jidestdana vî piştgiriya asmanî di demekê de ye ku welatî û berpirsên bajêr ji ber pêşhatên nû di nava guman û fikarên derbarê çarenûsa bajêr de ne.
Li aliyê din, berpirsên ewlehiyê yên parêzgehê raporek pêşkêşî Parêzgarê Kerkûkê, ku serokê komîteya ewlehiyê ye, kirine û tekezî li ser wê yekê kirine ku şiyanên hêzên wan hene bêyî pêwîstî bi ti hêzeke din hebe, rûbirûyî paşmayên çekdarên DAIŞê bibin.