Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Siûdiyê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi tundî ew êrîşên ku li dijî xetên boriya petrolê yên Şahnişîna Erebistana Siûdiyê hatibûn kirin şermezar kirin û piştevaniya xwe ya tam bo parastina ewlwhî û aramiya wî welatî tekez kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro 12ê Îlona 2026an, di daxuyaniyekê de ragihand: “Em wan êrîşên ku li ser boriya petrolê ya li Şahnişîna Erebistana Siûdiyê ya bira hatine kirin bi tundî şermezar dikin. Em piştevaniya xwe ya temam ligel Şahnişîna Siûdiyê û pabendbûna xwe ya bi asayîş û aramiya wê dubare dikin.”

Serokatiya Herêmê her wiha piştgiriya xwe ji bo hewl û biryarên Hikûmeta Federal a Iraqê nîşan da û ragihand: “Em piştgiriyê didin wan rêkarên ku Hikûmeta Federal a Iraqê ji bo lêkolînkirina van destdirêjiyan, aşkerekirin û sizadana berpirsên van êrîşan digire ber xwe.”

Di beşeke din a peyamê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê hişyarî da ser bikaranîna axa Iraqê bo armancgirtina welatên derdorê û tekez kir: “Nabe bi ti awayî axa Iraqê bibe çavkaniya gef û destdirêjiyan bo ser welatên cîran. Rêzgirtina li serweriya welatan, prensîba cîrantiya baş û penabirina bo diyalog û hevkariyê, rêyên herî guncaw in ji bo parastina asayîş û aramiya Iraqê û bihêzkirina aştî û aramiya tevahiya navçeyê.”