Rêveberiya Deriyê Navdewletî yê Başmaxê: Hatinûçûna geştyarî û bazirganî asayî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Komelgeha Deriyê Navdewletî yê Başmaxê îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, di haydarkirinekê de bo welatî, geştyar û bazirganan ragihand ku ew derî li ber hemî aliyan vekirî ye û tevgera geştyarî û bazirganî bi awayekî bi temamî asayî berdewam e.
Li gorî ragihandineke Tayê Ragihandin û Peywendiyan a Komelgeha Deriyê Navdewletî yê Başmaxê, ku îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, hatiye belavkrin, ew derî di amadebaşiya temamî de ye bo pêşwazîkirina geştyar, bazirgan û şofêran; di eynî demê de hatin û çûna geştyarî û veguhastina bazirganî mîna rojên borî bêyî ti astengî û pirsgirêk bi rê ve diçe.
Rêveberiya Derîyiyê Başmaxê piştrastiyê dide hemî wan kesên ku bi merema geştkirinê an jî karê bazirganiyê berê xwe didin Deriyê Başmaxê, ku rêkar bi awayekî asayî û birêkûpêk di xizmeta wan de ne.