Hakan Fîdan li Şamê: Divê proseya têkelkirina HSDê bi lez bê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ragihand ku Serokkomarê dê di paşerojeke nêzîk de serdana Sûriyeyê bike, herwesa daxwaz jî kir ku proseya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nava saziyên dewleta Sûriyeyê bêyî windakirina demê li ser erdê bê bicihanîn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, di çarçoveya serdana xwe ya bo Şamê de, li gel Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî civiya û piştî bidawîbûna hevdîtinê di civîneke rojnamevanî ya hevpar de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Di wê civîna rojnamevanî de, Hakan Fîdan bal kişand ser wê yekê ku peywendiyên navbera Enqere û Şamê di du salên borî de pêşveçûneka mezin tomar kiriye û got: "Pêdivî bû Sûriye ne tenê li gel Tirkiyeyê, belku li gel tevahiya cîhanê destpêkeke nû hebe; Sûriyeya nû jî dê aramî û aştiyê bo deverê bîne."
Hakan Fîdan tekz jî kir ku Sûriye bizaveka mezin bo pêşxistina hevkariyên xwe di hemî waran de li gel welatên deverê dike, eşkera jî kir: "Di paşerojeke nêzîk de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê serdana Sûriyeyê bike."
Di derheqa dosyeya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî, navborî tevlîkirina wan hêzan di nava saziyên dewleta Sûriyeyê de wek "pêngaveke berhemdar" bi nav kir û got: "Ev bersiveke giring e bo bizavên avaker ên hikûmeta Sûriyeyê, divê ev pêngav bêyî windakirina demê bikeve warê bicihanînê.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê her di vî warî de eşkere jî kir: “Sûriye bi taybetî di kerta aborî de destkeftiyên giring bi dest dixe, herwesa dosyeya atomî ya Sûriyeyê jî hat girtin."
Di pareke din a axaftina xwe de, Fîdan behsa aloziyên deverê kir û got: "Îsraîl bi êrîşên xwe dixwaze tenahiyê li Sûriyeyê nehêle, herwiha alîkariya rêxistinên terorîstî yên wekî DAIŞê dike, em dizanin destê Îsraîlê di wê nehêlana tenahiyê de heye, ku li vê derê çê dibe, heta ew bi xwe jî vê yekê red nake."