Asayîşa Herêma Kurdistanê: 5 mûşek li çend deverên Silêmanî û Helebceyê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku seet 03:10 ê sibeha îro Duşemê, bi 5 mûşekan êrîşî ser çend deverên sînorê parêzgehên Silêmanî û Helebceyê hatiye kirin, lê ew êrîş nebûne sedema ti zirarên canî.
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê îro Duşemê, 14ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de cihên ketina mûşekan bi vî awayî eşkera kirin:
- 3 mûşek li devera Zirgwêzeleyê ketine xwarê.
- Mûşekek li nêzîkî gundê Gurgeçiyayê yê girêdayî nahyeya Sîrwanê (Helebce) ketiye xwarê.
- Mûşekek jî li navbera gundên Darî Zayîn û Mîrasiya Jêrî li devera Qeredaxê ketiye xwarê.
Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn jî ku di encama van êrîşan de ti zirarên canî çê nebûne. Di eynî demê de daxwaz ji welatiyan jî kir ku ji bo parastina can û ewlehiya xwe, nêzîkî cihên êrîşan nebin û destkariyê di bermayiyên mûşek û dronan de nekin.