Mezlûm Ebdî: Li ser bûyera zindana Kobaniyê lêpirsîneke zelal dest pê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê bo Karûbarên Kurdî Mezlûm Ebdî ragihand, ji bo derxistina rastiyên derbarê bûyera zindana Kobaniyê de lêpirsîneke giştî û şefaf hatiye destpêkirin û dê encamên wê bi temamî ji raya giştî re bên aşkerekirin.

Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya Xê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û hevxemiya xwe anî ziman: “Bi xem û kovaneke kûr, nûçeya şehîdbûna neh qurbaniyên Kobaniyê yên ku di bûyera aloziya zindana bajêr de canê xwe ji dest dan radigihînim. Ez ji dil sersaxiyê ji bo malbatên wan û hemû xelkê Kobaniyê dixwazim û ji bo birîndaran jî daxwaza başbûneke lezgîn dikim.”

Ebdî derbarê rêkarên yasayî de tekez kir ku ji aliyê aliyên pêwendîdar ve lêpirsîneke berfireh û zelal ji bo derxistina rastiya bûyerê dest pê kiriye û got: “Ji bo hesabpirsînê ligel wan kesên ku di vê bûyerê de kêmxemî û xemsarî kirine, lêkolîn didome û dê encamên lêpirsînê bi awayekî şefaf ji raya giştî re bên ragihandin.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li dubarebûna karesatên bi vî rengî, divê rola saziyên dadwerî û ewlehiyê bê bihêzkirin û got: “Pêwîst e hevahengiya di navbera saziyên dadwerî û ewlehiyê de bê xurtkirin, bi rengekî ku serweriya qanûnê bê misogerkirin, mafên sivîlan û girtiyan bên parastin, û ewlehî û aramiya bajarê Kobaniyê bê parastin.”

Çi qewimîbû?

Çirûska sereke ya van aloziyan şeva Pêncşemê, 10ê Îlona 2026an dest pê kir; dema ku ciwanekî bi navê Sîpan Hiznî (endamê lîwayeke artêşa Sûriyeyê û şervanê berê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk - HSD) ji aliyê çend kesan ve bi awayekî hovane hat kuştin û serê wî hat jêkirin. Piştre termê wî radestî malbata wî hat kirin.

Şehîdkirina Sîpan Hiznî bû sedema destpêkirina pêleke berfireh a nerazîbûn û xwepêşandanên xelkê li Kobanî, Qamişlo û piraniya bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê.

Li bajarê Kobaniyê, hewldana hêzên ewlehiyê ya ji bo belavkirina xwepêşanderan bû sedema derketina girjî û pevçûnan. Li pey vê yekê, ji bo derketin û ketina nav bajarê Kobaniyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin, hêzeke mezin a ewlehiyê ber bi nava bajêr ve hat şandin û dest bi pêleke girtina ciwanên nerazî hat kirin û ew xistin girtîgehê.

Rageşî derdora saet 02:00ê berbangê gihîşt lûtkeyê; dema ku hêzên ewlehiyê biryar da beşek ji ciwanên desteserkirî ber bi zindanên bajarê Helebê ve veguhêzin. Girtiyan bi tundî li dijî vê biryarê nerazîbûn nîşan dan û di nava girtîgehê de alozî derket.

Di encama têkçûna rewşa hundirê zindanê de, girtiyekî agir berda doşeka xwe. Pêtên agir bi lez di nava hemû avahiyê de belav bûn û beşeke mezin a avahiyê şewitî, di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.