Serokwezîrê Iraqê: Mafên Herêma Kurdistanê di destûrê de hatine diyarkirin

Elî Zeydî
Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Di civîneke rojnamevaniyê ya hevpar de li Berlinê, Serokwezîrê Îraqê û Şêwirmendê Almanyayê peywendiyên dualî, pirsa vekişîna hêzên biyanî û rewşa deverê nîqaş kirin. Di derheqa Herêma Kurdistanê de jî, Serokwezîrê Îraqê tekez li ser mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz îro Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, civîneke rojnamevaniyê ya hevpar li dar xist û Merz tê de ragihand: "Hikûmeta Îraqê pêngavên destpêkê bo rûbirûbûna gendeliyê avêtine û bo vê meremê jî dikarin pişta xwe bi me girê bidin."

Şêwirmendê Almanyayê herwesa anî ziman ku wan bi dirêjî behsa rewşa deverê û aloziyên Îran û Tengava Hurmizê kiriye û got: "Me tekez kir ku divê Îran Tengava Hurmizê veke û dest ji piştgirîkirina komên çekdar berde." Herwiha eşkere jî kir ku welatê wî lihevkirineke nû di warê berhemanîna elektrîkê de li gel Îraqê îmze dike.

Di derheqa mana hêzên navdewletî de jî, Merz got: "Di 30ê Îlonê de hemî hêzên biyanî ji Îraqê vedikişin, lê eger Bexda daxwaz bike, em wekî Almanya dikarin di pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî de berdewam bin."

Serokwezîrê Îraqê jî ji aliyê xwe ve di wê civîna rojnamevaniyê de ragihand: “Îraq wekî hevkarekî bawerpêkirî li Almanyayê dinêre û bizavê dike pira peywendiyên aborî di navbera her du welatan de zêdetir xurt bikin û feydeyî ji pêketina teknolojî ya wî welatî werbigire.”

Serokwezîrê Îraqê bal kişand ser wê yekê ku hevfêmkirina wan bo hinardekirina petrola xav bo Almanyayê dê çê bibe û rohn kir: "Piraniya wan welatên ku niha petrola Îraqê dikirin dikevine Rojhilatê Asyayê, lê bi rêya xeta boriya Tirkiye - Benderê Ceyhanê re rojane milyonek û 250 hezar bermîlên petrolê hinardeyî bazarên Ewropa û cîhanê dikin." Zeydî eşkere jî kir ku plan û armanca wan ew e ku berhemanîna petrolê bigehînin 10 milyon bermîlan di rojê de û nîveka vê birê jî bo Ewropayê dabîn bikin.

Li ser aloziyên deverê û şerê navbera Amerîka û Îranê, Serokwezîrê Îraqê hişyarî da ku ji ber vê cengê Îraqê ji hemî welatan zêdetir zirar dîtiye, bi taybetî ji ber rawestana hawirdekirina berhemên petrolê ku bandoreke rasterast li ser jiyana welatiyan û bazarên cîhanê çê kiriye.

Navborî tekez jî kir ku Almanya dikare bibe xala çareseriyê, ji ber ku Îraq baweriyê bi dîplomasiyê tîne, ne bi dijminatiyê. Zeydî herwesa got: "Em li ser parastina serweriya asmanê Îraqê kar dikin û em rêyê nadin ti balafir di asmanê welatê me re derbaz bibe."

Di bersiva pirsa yek ji peyamnêran de li ser cîh û pêgeha Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî tekez kir: "Herêma Kurdistanê pareke sereke ya cesedê Îraqê ye, hemî mafên xwe hene li gorî wî çarçoveyê ku di destûr û qanûnê de bo hatiye diyarkirin."