Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Mekeyê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşkirina ser Şahnişîna Erebistana Siûdî bi rêya dronan û hewldana armancgirtina bajarê pîroz ê Mekeyê şermezar kir û ev pêngav wek gefeke xeternak li ser asayîşa navçeyê û silametiya misilmanan binav kir.

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 16ê Îlona 2026an daxuyaniyeke belav kir. Di daxuyaniyê de hat: "Em bi tundtirîn şêwe armancgirtina Siûdiyê bi rêya dronan û hewla armancgirtina Mekeyê şermezar dikin, ku ev yek gefeke gelekî metirsîdar e li ser ewlehiya Şahnişînê û silametiya welatî û serdankerên Mala Xwedê."

Fermangeha Peywendiyên Derve tekez kir, asayîş, aramî, serwerî û yekparçeyiya axa Siûdiyê bingeheke sereke ye ji bo parastina ewlehî û aramiya tevahiya nacçeyê. Herwiha hat diyarkirin ku her destdirêjiyek ku axa wî welatî bike armanc an aramiya xelkê têk bide, bi temamî nayê qebûlkirin û şermezarkirî ye.

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pêgeha ruhanî û taybet a Mekeyê û hat gotin: "Ji ber pêgeha olî û manewî ya kûr a Mekeyê di dilê hemû misilmanên cîhanê de, hewldana armancgirtina vî bajarî pêşhateke gelekî xeternak e. Ev tevger pîroziya cihên olî û silametiya mêvanên Xwedê dixe bin xeterê û pêwîstiya wê bi şermezarkirineke zelal û yekalîker heye."

Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêmê piştevaniya xwe ya tam ji bo Erebistana Siûdiyê di parastina ewlehî, serwerî û parastina welatî û serdankerên wê de nîşan da. Herwiha tekez kir ku piştgiriya hemû wan hewlan dikin ên ku ji bo xurtkirina aştî û aramiya li Rojhilata Navîn tên dayîn.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, bi tu awayî nabe nakokî û şer bibin behane ji bo lêdana sivîlan, binesaziya sivîl yan mekanên pîroz: "Rêzgirtina li serweriya dewletan, pîroziya cihên olî û parastina xelkê sivîl divê wek prensîbeke neguher bimîne û pêşî li her cure destdirêjiyê bê girtin."